'Deriyê sînor ê Sêmalkayê nexin bin xizmeta dewleta Tirk'

Endamên partî û sazî û meclîsên civakî yên bajarê Qamişloyê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û êrişên li ser Şengalê şermezar kirin.

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endama Desteya Hevserokatiyê Sema Bekdaş bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û diyar kir, ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê li dijî gel weke amûrekê tê bikaranîn.

Sema Bekdaş diyar kir ku ev demeke rêveberiya herêmê ya Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK’ê siyasetek li dijî berjewendiyên gelê Kurd dimeşîne û işaret bi rewşa awarte ya li tevahiya Kurdistanê kir.

Sema Bekdaş bi bîr xist ku li Bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî û çandî li dijî gelê Kurd tê kirin, li Başûrê Kurdistanê ji meha Nîsanê û vir ve êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û li Rojavayê Kurdistanê jî ev 10 sal in ambargo heye û got, “Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku ji bo tedarikkirina hin pêwîstiyan tê bikaranîn, weke amûreke siyasî li dijî gel tê bikaranîn. Bi vê armancê jî tê girtin. Her wiha derbaskirina kesên birîndar û yên nexweş jî bi zor û zehmetiyê dibe.”

Bekdaş ragihand ku bûyerên rû didin û siyaseta li aliyê Başûrê Kurdistanê tê meşandin nakeve xizmeta gelê Kurd, lê dikeve xizmeta dijminê Kurdan bi taybetî jî dewleta Tirk.

Bekdaş got, “Tevî ku êrişên gelekî giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin, hikumeta başûr heta niha bêhelwest maye. Li gel van êrişan her wiha hevkarî bi dewleta Tirk re tê kirin. Herî dawî 5 gerîla bi destê PDK’ê şehîd hatin xistin û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nayê kirin. Saziya Malbatên Şehîdan bi çalakiyekê daxwaza cenazeyan kir, lê belê PDK’ê heta niha ti bersiv nedaye.”

Sema Bekdaş girtina Deriyê Sînor ê Sêmalkayê weke nîşaneya hevkariya bi dewleta Tirk re pênase kir.

Sema Bekdaş got, “Divê gelê me li hemberî pîlanên têne kirin hişyar be. Ji ber ku zarok jî zane dijminê gelê Kurd kî ye. Lewma divê rayedarên partiyên siyasî yên Kurd bi ruhê berxwedanê tevbigerin. Doza Kurdî îro li seranserê cîhanê tê nîqaşkirin, bi asteke bilind mirov piştgiriya fikrê rêveberiya xweser û fikrê Rêber Ocalan dikin. Ji bo azadiya Rêber Ocalan bang tê kirin. Tevî van hemûyan jî tê dîtin k hin partiyên Kurd dibin hevkarê dijmin.”

Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li şûna hevkariya bi dewleta Tirk re, yekîtiya Kurdan xurt bike û deriyê sînor ê Sêmalkayê ji bo xizmeta dewleta Tirk neyê bikaranîn.

Sema Bekdaş bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û got, “Şengal xwedî dîrokek û koka gelê Kurd e. Di dema fermanê de Şengal bêparastin hate hiştin. Lê belê Şengal îro xwe bi xwe bi rê ve dibe, diparêze. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê piştgiriyê bidin Şengalê ku karibin rêveberiya xwe xurt bike. Ji bo careke din gelê Şengalê neyê qirkirin, divê hikumeta Başûr û hikumeta Bexdayê nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan bidin.”

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star a Helebê Nêrgiz Bekir jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re weke xiyanetê pênase kir û got, “Weke ku tê dîtin ji sed salî ve ev xiyanet li dijî gelê Kurd tê meşandin. Gel êdî bi xiyaneta PDK’ê hesiya ye.”

Nêrgiz Bekir bal kişand ser rola PDK’ê ya di êrişên li ser Şengalê de û got, “Wan derî li dewleta Tirk vekirin ku êrişî Şengalê bikin. Ne tenê li Şengalê, bi vî rengî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dikin.”

Nêrgiz Bekir destnîşan kir ku PDK xiyanetê li Efrînê jî dike, piştgiriyê dide çeteyên ku Efrîn dagir kirine û got, “Çi dibe bila bibe em ê li her derê dest ji doza xwe bernedin, heta ku em bigihêjin mafên xwe.”

Endama Meclîsa Bajarê Qamişloyê Mune Îbrahîm jî diyar kir ku  ew her tim banga biratiyê dikin, lê belê PDK li hemberî wan tevdigerin û xiyanetê li gelê xwe dike.

Mune Îbrahîm êrişên li ser Şengalê şermezar kir û wiha dewam kir, “Dema ku meclîsa xwe rêvebirinê hate avakirin bi zora dijminê gelê Kurd çû. Ji ber ku naxwze li Rojhilata Navîn rengê demokrasiyê derkeve. Ne tenê li Şengalê li Rojava jî beriya vê bi demekê ji malbata Gulo 3 kes şehîd xistin.”