Mexdûrên dagirkeriyê: Em dixwazin vegerin mala xwe

Malbata Ferîde-Ehmed ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan sê caran neçar man koç bikin, anî ziman ku ew dixwazin vegerin xaka xwe.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin zêdeyî 300 hezar sivîlên li herêmê neçar man koç bikin. Sivîlên koçber li dibistanên li bajarên herêmê û kampa Waşokanî ya li Hesekê hatin bicihkirin. Hevjîn Ferîde-Ehmed û malbata wan jî yek ji wan malbatan e ku ji ber zilma dewleta Tirk neçar man ji herêmê koç bikin. Destpêkê ji ber êrişên DAÎŞ'ê di sala 2014'an de ji Kobanê koçî bajarokê Ebû Raseyn ê navbera Serêkaniyê-Til Temirê kir. Piştî ku êrişeke giran li dijî bajarokê Ebû Raseynê dest pê kir koçî Til Temirê kir. Ji ber êrişên dewleta Tirk sê caran neçar ma ku koç bike û niha li gundê Tolko yê Hesekê ye.

Ferîde Hesen destnîşan kir, ku ji ber êrişên dewleta Tirk û komên wan ên çete ew neçar man timî koç bikin û got, "Zarokên me qetil kirin, malên me hilweşandin. Ji ber êrişan sê caran em neçar man ku koç bikin. Beriya êrişan rewşa me gelekî baş bû. Niha em di nav zor û zehmetiyên mezin de ne. Zivistanê dest pê kir, sobeyeke ku em pê xwe germ bikin nîne. Erdogan çeteyên xwe û malbatên wan li herêmên dagirkirî bi cih dike. Hêzên mezin jî li pêşberî dewleta Tirk kerr in. Kesek zilma ku dewleta Tirk li gel dike nabîne. Divê dewleta Tirk û çeteyên wan ji herêmê bên derxistin. Çi dibe bila bibe em ê li xaka xwe vegerin."

Ehmed Îsmaîl hevserê Ferîde Hesen jî diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan yekser êrişî wan kirin û got, "Bi top û hawanan êrişî me kirin. Me gelek zilm û zordarî ji dewleta Tirk û çeteyên wan dîtin. Me timî koç kirin." Ehmed Îsmaîl destnîşan kir ku ji bo dewleta Tirk û çeteyên wan bê derxistin ew li benda raya giştî ya navneteweyî, saziyan û dewletên xwedî bandor in ku bikevin nava hewldanan û destnîşan kir, ku ew dixwazin vegerin xaka xwe û jiyana xwe dewam bikin.