'Hêvî û garantoriya me, hêza me ye'

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ev e ku îstîkrara li herêmê xerab bike û DAÎŞ’ê dîsa zindî bike. Şamî destnîşan kir ku li dijî êrişên tên kirin, hêvî û garantoriya esasî hêza wan bi xwe ye.

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî rewşa giştî ya herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Şamî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber problemên xwe yên navxweyî her dem êrişên dagirker dike û bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk a dagirker ne bi tifaqên nivîskî lê bi peymanên demdemî li axa Sûriyeyê ye. 

Şamî diyar kir ku yek ji van peymanan jî bi Rûsyayê re ye û got “Rûsyayê derbarê DAÎŞ’ê bi dewleta Tirk re peymanek çêkiribû lê ew peyman êdî kevn dibe. Mirov bala xwe bidiyê di du salên dawîn de Rûsya ji dewleta Tirk dixwaze ku derkeve. Dewleta Tirk jî her dem dereng dixe. Dewleta Tirk êrişî qadên me dike û dixwaze li ser Rûsyayê zextekê bike. Dibêjin ‘Heke hûn van qadan dixwazin, Til Temir û Eyn Îsayê bidin me’ Çete jî di nav xwe de ketine krîzeke mezin. Him di warê manewî, him jî di warê siyasî û ekonomîk de di nav krîzeke mezin de ne. Di warê siyasî de statuyek bi dest nexistin. A niha di pozîsyona penabertiyê de ne. Ew bûn qurbaniyên bazara di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de.”

Şamî derbarê êrişên li ser herêmê jî got ku “Dema ku mirov li rewşa giştî ya herêmê dinihêre, dibîne ku pêvajoyeke êrişê hatiye destpêkirin. Nabe ku mirov vê pêvajoyê ji demên berê qut bike. Ji sala 2011’an û vir ve li ser herêmê her dem êriş hebû. Di metoda êrişan de guhertin çêbûye lê armanca van êrişan neguheriye. Derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem armanceke dagirkeran hebû, ew jî şikandina îradeya gel û dagirkirina herêmê ye. Di sala 2012’an de Cebhet El Nusra, Artêşa Azad û gelek komên çeteyan dev ji Şam û herêmên din berdan, li ser navê li dijî hikumeta Şamê şer bikin , êrişî herêmên Kurdan kirin. Em şervanên YPG û YPJ’ê me herêmên xwe li dijî van çeteyan parast û sînorê xwe berfirehtir kir. Piştre dema ku DAÎŞ kete dewrê, pêvajoyeke nû dest pê kir. Di pêvajoya salên 2011-2012’an de dewleta Tirk li ser navê Artêşa Azad piştgirî dida Cephet El Nusra û komên din ên çeteyan. Dewleta Tirk nedikarî wisa li hemberî DAÎŞ’ê tevbigere. Carinan eşkere, carinan bi dizî dewleta Tirk di warê fînans , perwerdehî û derbasbûna çeteyan de piştgirî dida çeteyên DAÎŞ’ê. Bi vî awayî çeteyên DAÎŞ’ê êrişî herêmên me kirin. Di sala 2014’an de di êrişa Kobanê de, ev tişt derket asta herî jor. Lê li Kobanê berxwedaneke dîrokî hate kirin. 

Piştî pêvajoya Kobanê him ji bo me û him jî ji bo dagirkeran pêvajoyeke nû dest pê kir. Dewleta Tirk a dagirker fêm kir ku ew bi rêya çeteyan nikare îradeya gel bişkîne. Me jî fêm kir ku divê em xwe bigihînin kokên DAÎŞ’ê û wê tune bikin. Bi vî awayî ji Şedadê heta Reqa, Minbîc û herî dawîn li Baxozê ev pêvajo domiya. Dewleta Tirk fêm kir ku ew bi rêya çeteyan nikare vî tiştî bike. Çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî dewletên wekî Sûriye û Iraqê pêşveçûneke mezin bi dest xistin. Beşeke mezin a Sûriyeyê dagir kirin. Lê li hemberî hêzên me şikestin. Dewleta Tirk êdî ev rastî dît. Ji ber vî tiştî, ew bi xwe kete dewrê. 

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DESTÛRÊ DIDIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk ji Cerablûsê heta Ezaz, Bab û Efrînê herêm dagir kir, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê kûrtir bike û feraseta xwe ya sed salan li vir pêk bîne. Bi vî awayî êrişên xwe yên li ser herêmên me zêdetir kir. Ev jî rûreşiya dewletên navneteweyî ye. Gelekî baş tê zanîn ku dewleta Tirk bêyî destûra dewletên navneteweyî nikare gavekê jî biavêje nav qadên me. Ne bi tenê li Sûriyeyê, li Lîbya , Efganistan û her dera Rojhilata Navîn, heke hêzên navneteweyî rêya li pêşiya wan veneke, ne hêz û ne jî cesareta dewleta Tirk heye. 

Êrişên di sala 2019’an de yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ji ber peymana di navbera Erdogan û Trûmp pêk hat. Di navbera Erdogan û Pûtîn de hinek peyman çêbû. Bi vî tiştî re hêzên li Rojhilata Navîn ji bo berwejendiyên xwe zext li me kirin. Ji ber vê jî qadên me hatin dagirkirin. Ev rewş ne ji bo me û ne jî ji bo dagirkeran ne rewşa dawîn e. Qadek me jî di bin dagirkeriyê de be, ev ji bo me dibe sedema têkoşîn û berxwedanê. Dewleta Tirk xeyalên ku bi rêya DAÎŞ’ê nikaribû pêk bianiya, dixwaze ew bi xwe pêk bîne. Ji ber vê jî Serêkaniyê û Girê Spî hate dagirkirin û ev rewş nêzî du salan e, didome. Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de ketiye krîzê. Ne bi tenê di nav xwe de, di asta navneteweyî de jî ketiye krîzê.

Ji ber vê jî dewleta Tirk li ser pey serkeftinekê ye. Dema ku em êrişên li ser gel û herêma xwe dinirxînin, divê ev tişt di nav konsepteke giştî de were nirxandin. Di vir de mesele ne xeteke sînor a 32 kîlometreyan e. Konsepteke giştî ya dewleta Tirk heye û di çarçoveya vê konseptê de êrişên xwe pêk tîne. Ev konsept ne bi tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî gelên Kurd, Ereb, Siryan, Çerkez û hemû gelên Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk di her sedsalê de li dijî van gelan qirkirin û qetlîamê pêk tîne. Qirkirina di sala 2014’an de ya li dijî Êzidiyan mînaka vî tiştî ye.

Êrişa dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê ne bi dilê wê ye. Erê, dewleta Tirk ev der dagir kir, lê tişta ku wê dixwest pêk nehat. Ji ber vê jî, ev tişt ji bo dewleta Tirk ne xala dawîn lê destpêk e. Ji bo me jî heta ku qadên me dagirkirî bin, ev tişt ji bo me sedema têkoşînê ye. Ev tişt li zora dewleta Tirk diçe. Ji ber vê di demên dawîn de li ser qadên me, êrişên barbar tê kirin. Dema em herêmên xwe dinirxînin, em Efrîn û Şehbayê jî dixin nav. Li Şehbayê li hemberî penaberên ji Efrînê êrişên gelekî giran pêk tê. Di van êrişan de gelê sivîl hatin kuştin, mal û erdên gel xisar dît. Armanca sereke ya dewleta Tirk ev e ku li herêmê bêîstîkrariyê ava bike û gel bide koçberkirin. 

Di heman demê de ji xeta Babê hete Minbîcê dewleta Tirk êrişî her derê dike. Di vê re dixwaze di nav gel de fesadiyê bike. Ev jî konseptek e. Dema ku ev tişt pêk nehat, êdî biryar dan ku di warê leşkerî de êriş bikin. Piştî vê biryara wan, ji Minbîcê heta Serêkaniyê, Girê Spî û Qamişloyê êriş hatin kirin. Li herêmê niha şerek heye. Wê ev rewş kînge bibe êrişa ji bejahiyê ne diyar e. Ligel ku ev êriş tên kirin jî li herêmê îstîkrarek heye. Ev êriş bêtir ji hewayî û çekên giran tê kirin. Dewleta Tirk a niha nikare ji bejahî ve dest bi êrişekê bike.

Di deh rojên dawîn de ev êriş derket asta herî jor. Ji ber van êrişan gelek sivîl şehîd bûn. Nêzî 80 mal rûxiyan. Armanca wan ev e ku li gelek deran gel koç bike. Hê jî ev êriş didome. Tu garantî tuneye ku wê ev êrişên dewleta Tirk were sekinandin. Hêzên navneteweyî her çiqas dibêjin ew ê li ser sekinandina van êrişan bisekinin jî, garantiya vî tiştî tune.”

GELEK SEDEMÊN ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK HEYE

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku gelek sedemên êrişên dewleta Tirk heye û got “Yek jê pirsgirêkên navxweyî yên dewleta Tirk e. Ya duyemîn jî girêdayî rewşa Sûriyeyê ye. Hinek jê girêdayî rewşa dewletên navneteweyî ye. Dewleta Tirk dixwaze sûdê ji van tiştan bistîne û rewşa xwe fêm bike. Dewleta Tirk diçe ba Rûsyayê dixwaze rewşa xwe fêm bike. Her kes dizane ku dewleta Tirk xwest bi hinek dewletan re tifaqê bike. Ya rast ev ne tifaq e, peyman e. Dewleta Tirk ne bi tifaqên nivîskî li ser axa Sûriyeyê ye. Ji ber peymanên demdemî ye. Ev ne tifaqên nivîskî yan jî devkî ye, ev peyman e. Ev demdemî ne. Gelek caran Rûsyayê jî ev tişt ji dewleta Tirk re got. 

Dixwaze rewşa xwe ya bi Emerîkayê re jî fêm bike. Dewleta Tirk di nav krîzeke mezin de ye. Îstatîstîkên dinyayê nîşanî me didin ku di pêvajoyên pêş de rewşa dewleta Tirk ne baş e. Her roj girtin û kuştin pêk tê. Çete li wir kom bûne. Raporên navneteweyî hene ku, gelek komên cîhadîst di nav dewleta Tirk de kom bûne. Ya duyemîn dewleta Tirk dixwest li Başûrê Kurdistanê di şer de hinek destkeftiyan bi dest bixe û wê pirsgirêkên xwe siviktir bikira an jî kamûfle bikira.  Lê îroj dema ku em li rewşa wê dinihêrin, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê tu encameke bi dilê xwe nestendiye. Berevajî wê her kes dipirse, tu ewqasî şer dikî lê ka encam çi ye?

Maliyeta şer gelekî zêde ye. Dewleta Tirk di vî şerî de ekonomiyeke mezin xerc dike. Ji ber ku taktîka şer guheriye. Tevgera Azadiyê ya Kurdan di şer de taktîkên xwe guherandiye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taktîkên me yên şer jî guheriye. Ev jî dibe sedema ku maliyeta şer zêde bibe. Erê NATO piştgiriya wan dike lê Tirkiye wekî berê piştgiriyê ji hêzên navneteweyî nastîne. Di serê vî tiştî de jî Emerîka heye. Emerîka di warê siyasî û hinek xalan de piştgiriyê dide wan lê di warê mesrefa şer de piştgiriyeke xurt tune. 24 saetan ji hewayî ve êrişan dikin lê tu encameke bi dilê wan dernakeve holê. Ev rewş dibe sedem ne bi tenê êrişî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, êrişî hemû herêmê dikin.

BI ŞER RE DEWLETA TIRK DITENGIJE

Ev êriş bêtir li dijî sivîlan e, çapemeniya wan her êrişê mezintir dike û dixwaze bi vî awayî alîgirên xwe qanih bikin. Dema ku hevalên me şehîd dikin, bi rojan qala vî tiştî dikin. Dixwazin şovenên di nav xwe de qanih bikin. Her roj nûçeyên derew çêdikin. Nûçeyên derew ên wekî ‘Me li vir evqasî şervanên QSD’ê kuşt, li vê derê ev qas endamên YPG’ê kuşt’. Heke em qala rewşa li Sûriyeyê bikin, yek ji sedema girîng jî ev e. Dewleta Tirk DAÎŞ ji xwe re kir hincet û kete Sûriyeyê. Bi vê armancê ket Bab, Ezaz û Cerablûsê. Jixwe DAÎŞ’ê ev herêm dîrekt teslîmî dewleta Tirk kir, qet şer jî nekirin. Niha li wan qadan hêzên me tune.

Tu hincet nemaye ku dewleta Tirk li van qadan bimîne. Şerê li herêmê dema zêde dibe, dewleta Tirk ditengije. Ji ber ku plansaziyên hikumeta Şamê li dijî van herêman heye. Ji bo Îdlîbê heye. Ji bo bakurê Helebê heye. Ji bo xetên Ezaz û Babê jî plansaziyên wan hene. Jixwe yek ji sedema ku dewleta Tirk hate van qadan yek jê DAÎŞ bû û ya din jî peymana demdemî ya bi Rûsyayê re bû. Ev peyman heta salek an du salan bû. Li gorî agahiyên di destê me de Rûsya ji dewleta Tirk hinek qadan dixwaze. Rûsya qadên Cebel Ezawî, Eriha û Kinserfeya bi ser Îdlîbê dixwaze. Di heman demê de başûrê Helbînê, xeta Bab û Îdlîbê dixwaze. Ji ber ku Rûsya dixwaze bi stendina van deran xetên rêyên M4 û M5’ê bi dest bixe.

Rûsya diyar dike ku wan bi dewleta Tirk re tu peyman nekirine. Li ser DAÎŞ’ê peymanek hebû lê ew jî êdî dema wê derbas dibe. Rûsyayê derbarê DAÎŞ’ê bi dewleta Tirk re peymanek çêkiribû lê ew peyman êdî kevn dibe. Mirov bala xwe bidiyê di du salên dawîn de Rûsya ji dewleta Tirk dixwaze ku derkeve. Dewleta Tirk jî her dem dereng dixe. Dewleta Tirk êrişî qadên me dike û dixwaze li ser Rûsyayê zextekê bike. Dibêjin ‘Heke hûn van qadan dixwazin, Til Temir û Eyn Îsayê bidin me’ Bi vî awayî dixwazin peymana li ser Rûsyayê zêde bikin û dest bi pêvajoyeke nû bikin. Ev sedem girêdayî Sûriyeyê ye. Sedemeke din jî rewşa çeteyan e. Bi qasî ku em dişopînin û agahiyên di destê me de, çete di nav xwe de ketine krîzeke mezin. Him di warê manewî, him jî di warê siyasî û ekonomîk de di nav krîzeke mezin de ne. Di warê siyasî de statuyek bi dest nexistin. A niha di pozîsyona penabertiyê de ne. Dixwazin biçin Şam û Deraayê lê ev tişt pêk nehat. Ew bûn qurbaniyên bazara di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de. Ji ber vê jî di navbera çeteyên dewleta Tirk de şerekî navxweyî çêbû. Xwestin bajaran ji destê hev bistînin.

Li Efrînê çeteyên bi navê Hemzat, Sûltan Mûrad, Ehrar Şerqiyê û Suleyman Şah dixwazin Efrînê ji destê hev bistînin. Ji bo dewleta Tirk jî ne girîng e ya kê ye. Ya girîng ev e ku a wê be. Jixwe van çeteyan ji xwe re wekî amûran bi kar tîne. Li ser xeta Serêkaniyê, Zirganê çeteyan çekên xwe danîn. Ji ber ku gelekî ditirsin. Dewleta Tirk ew derxist, Cephet El Nusra û çeteyên Ceşil Îslam anî. Êrişên li derdora me bêtir êvarî çêdibe. Yek ji şertê Çeşil Îslam jî ev e ku bi şev derdora xwe bombe bike. Ji ber ku ditirsin. Ji hêzên me ditirsin. Sedema din jî krîzên di navbera çeteyan de veşêrin û raya giştî bi êrişên li ser herêmên me mijûl bikin.

Ji aliyê din ve jî dibe ku di demên pêş de çete ji aliyê balefirên nenas werin bomberdûmankirin. Dibe ku çeteyên Ehrar Şerqiye, Ceşil Şerqiye û Hezatê werin bomberdûmankirin. Di destê me de agahî hene ku dixwazin çeteyên Hemzatê ji holê rakin.

Dema mirov bala xwe bidiyê, dema ku rêveberiya xweser pêngavekê dide destpêkirin dewleta Tirk li hemberî vî tiştî dest bi êrişê dike. Beriya şerê Efrînê hin hewldanên me hebû. Saziyên navneteweyî û saziyên alîkariyê dixwestin xizmetekê bikin lê dewleta Tirk êriş kir. Di şerê Serêkaniyê û Girê Spî de jî me dikira DAÎŞ ji holê rakira, lê dîsa êriş kirin. Ji ber ku tunekirina DAÎŞ’ê bi kêrî dewleta Tirk nayê. Jixwe tê zanîn ku dewleta Tirk alîkariyê dide DAÎŞ’ê. Pêngava danasîna rêveberiya xweser hate destpêkirin, li hinek bajarên Ewropayê, navend û buro hatin vekirin. Di raya giştî ya navneteweyî de rojev hate avakirin. Ev tişt li zora dewleta Tirk çû û dîsa êriş kir. Bi vî awayî dixwazin nîşan bidin ku li herêmê îstîkrar tune. Heke li herêmê îstîkrar tunebe, saziyên navneteweyî nayên, saziyên alîkariyê wê neyên. 

Di heman demê de dema ku krîz û bêîstîkrarî pêk tê, DAÎŞ zindî dibe. Dewleta Tirk dora qadê digire û naxwaze herêm di warê aboriyê de bi pêş bikeve. Heke li herêmê geşedaneke aboriyê pêk were, wê tevlêbûna nav DAÎŞ’ê pêk neyê. Heke li qadekê krîz û tevlihevî pêk were, wê DAÎŞ sûdê ji vî tiştî bistîne. 

Girêdayî van tiştan hinek sedemên ji ber rewşa cîhanê heye. Dewleta Tirk ji bo Efrîka, Yemen, Misir, Tûnûs, Lîbya, Efganistan û Azerbaycanê jî ji xwe re proje amade kiribû. Mirov bala xwe bidiyê plana li Efganistanê pêk nehat, projeya li Lîbyayê jî ne temam be jî pêk nehat. Di projeya xwe ya Başûrê Kurdistanê de têk diçe. Di projeya xwe ya Yemenê de têk diçe. Ya Ermenistan û Azerbaycanê pêk nehat. Krîzên dîplomatîk ên dewleta Tirk jî heye. Bi Emerîkayê re di krîzê de ye, bi Rûsyayê re li ser Ûkraynayê krîzê dijîn. Ev tişt hemû li ser dewleta Tirk zextan çêdike. Niha jî dixwaze dosyeya Sûriyeyê ji bo Lîbya û Efganistanê bike sedema bazariyê. Dibe ku ji bo Ûkraynayê jî bazareke wisa bike.

Rûsya û dewleta Tirk dixwaze peymanên xwe nû bike. Heke nû nekin wê rewşa wan a li herêmê bibe krîz. Îxtîmaleke din rejîma Şamê ya rast Rûsya dibe ku Îdlîbê bistîne. Ev ji bo dewleta Tirk derbeke mezin e. Ji ber vê jî dixwazin peymanê nû bikin. Ji bo Emerîkayê jî niha serokekî nû hat û hikumeteke nû hate avakirin. Dewleta Tirk dixwaze refleksa rêveberiya nû nas bike. Heta niha ji bo dewleta Tirk negotin tiştek. Bi van êrişan re dewleta Tirk jî dixwaze refleksa wan bipîve. Ne bi tenê ev êriş, sedema hemû êrişên li ser herêma me ev e. Dewleta Tirk di warê ekonomîk, siyasî û dîplomatîk de, di nav krîzeke mezin de ye. Em ê destûrê nedin ku dewleta Tirk di van êrişan de bi ser bikeve. “

HÊVÎ Û GARANTORIYA ME, HÊZA ME YE

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî derbarê helwesta hêzên navneteweyî û koalîsyonê jî got ku “Hêzên navneteweyî heta niha bertekeke wisa zelal nîşan nekirine. Ji bo koalîsyonê jî dikarim bibêjim ku piştî berxwedana Kobanê têkiliya me çêbû û xwestin alîkariya me bikin. Wê demê li ser esasê şerê li dijî DAÎŞ’ê têkilî pêk hat. Niha jî ev rewş didome, ew jî wisa dibêjin. Hêvî û garantoriya me ya esasî hêza me ye. Bêguman alîkariyên wan girîng in û me bi hev re karên baş kir. Me bi hev re DAÎŞ têk bir. Lê ew li hemberî dewleta Tirk tu gavan neavêjin. Ew li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê çalakiyan dikin. Ew jî îstîkrara herêmê dixwazin, ji ber ku ew jî dizanin heke li cihekî îstîkrar tunebe wê DAÎŞ zindî bibe.

Heta ku li herêmê dagirkerî hebe wê îstîkrar tunebe. Peywira sereke ya dewleta Tirk ev e ku îstîkrara li herêmê biqedîne. DAÎŞ carinan li herêmê çalakiyan dike lê dewleta Tirk 24 saetan êriş dike. Dewleta Tirk fermandarên me yên li dijî DAÎŞ’ê şer kirine, dike heef. Çendê berê êrişî cihê gaziyan kir. Van gaziyan li ku şer kirin? Bêguman li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û bûn gazî. Tehamula dewleta Tirk li hemberî wan tune. Dema ku em qala êrişên dewleta Tirk dikin, ew berê me didin Pentagon û Emerîkayê. Ew dibêjin em li dijî DAÎŞ’ê li vir in. Lê di heman demê de Emerîka bi xwe dibêje di nav Ehrar Şerqiye de DAÎŞ heye. 

Yek ji kesê ku Ehrar Şerqiye  ava kiriye Ebû Mayen Qehdanî ye. Ev kes berê fermandarê El Nusra bû. Piştre tevlî nav refên DAÎŞ’ê bû. Me ev tişt ji wan re got. Ehrar Şerqiye li Serêkaniyê ye. Silûk navenda wan. Di warê gotinê de hin tiştan dibêjin lê gaveke pratîk tune. Bendên wan ên leşkerî 10 kîlometreyan dûrî Til Temirê ye. Dema ku dewleta Tirk li Til Temirê da, wan bi tenê li Til Temirê dewriyeyek kirin. Di heman demê de Rûsya jî heye. Di têkiliya bi Rûsyayê re jî guherînek heye. Rûsya berê QSD wekî hêzeke biçûk didît. Niha wan jî rewş fêm kirine, heke ne ji QSD’ê bûye niha temamî Sûriyeyê di destê DAÎŞ’ê de bûya. Niha jî Rûsya dixwaze hinek xebatên xwe ji ber çavan derbas bike. Lê ew jî gaveke şênber naavêjin. Hikumeta Şamê jî feraseta wê wekî berê ye. Heke Şam wisa tevbigere, dibe ku çete li Şam û Derayê dîsa çalak bibin. Çeteyan li Şamê kolan girtin.”

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî diyar kir ku QSD û Rêveberiya Xweser dixwazin herêmên dagirkirî azad bikin û got “Em dibêjin bila êriş bisekine û dagirker jî derkevin. Ji ber ku li Serêkaniyê û Girê Spî peymanek hate çêkirin, li gorî vê peymanê wê şerê li herêmê bisekine û dagirkerî biqede. Wê gel vegere ser axa xwe. Ev jî tê wateya ku wê dagirker derkevin. Ji ber ku gelê me naçin cihê ku dagirker lê ne.

Di heman demê de piştî şehadeta heval Sosin, fermandariya me ya giştî daxuyanî da û diyar kir ku ‘Wê hesabê van êrişan were pirsîn’ Di vî warî de wê QSD li ser soza xwe be. Di heman demê de di 1’ê Tebaxê de QSD civîna xwe ya salane kir. Di vê civînê de 3 biryarên girîng hatin dayîn. Yek jê azadkirina herêmên dagirkî ye, ya din qedandina şaneyên DAÎŞ’ê ye, ya sêyemîn jî li van qadan divê îstîkrar û ewlehî pêk were. Me ev soz dane gelê xwe û em ê pêk bînin.”