'Heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê berxwedana xwe bidomînin'

Dayikên berxwedêr ên beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê ya li Qamişloyê bûne, destnîşan kirin ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.

Beşdarên çalakiya greva birçîbûnê ya li Qamişloyê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Mihemed bal kişand ser îradeya gel a li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, berxwedan, bilindkirina asta têkoşînê, mayîna li qadan û destnîşan kir ku şikandina tecrîda li Îmraliyê armanca wan a sereke ye. 

Semîra Mihemed îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê kir û wiha got: “Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xak û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina mafên mirovan e. Nêzîkatî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandor li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dike û em jî di serî de fikir û felsefeya wî ji bo hemû destkeftiyên xwe yên heta niha bingeh dibînin. Em ê heta dawiyê li ser felsefeya Rêbertî bimeşin. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêbertî tê ferzkirin, li ser hemû gelan tê ferzkirin û pêwîstiya me bi Rêber Apo heye. Divê tecrîd bê şikandin û Rêber Apo azad bibe.” 

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şehnaz Hesarî jî wiha got: "Dewleta Tirk nikare vîna me bişkîne, îradeya me ya berxwedanê her zêdetir dibe. Dewleta Tirk bi astengkirina hevdîtina bi Rêbertî re, armanc dike ku moralê gel bişkîne. Lê em ê li hemberî vê armancê bibin asteng. Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in di bin tecrîda girankirî de li ber xwe dide û em jî weke dayîkên aştiyê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz û îradeya xwe ji Rêber Ocalan digirin. Heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.”