Hesen: Li dijî êrîşên qirkirinê biherikîn qadan

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bang li Kurdistanî û hemû dostan kir ku biherikin qadan.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ê ji ANHA’yê re axivî, bang li hemû Kurdistaniyan kir ku xwedî li berxwedana Efrînê derkevin û li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin serhildanê.

Hesen wiha got: “Gelê Efrînê ev 50 roj in li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide. Dewleta Tirk a dagirker bi top û balafiran dixwaze gelê Efrînê qir bike û gelên Bakurê Sûriyeyê di qetlîamê re derbas bikin.”

Lê berxwedana hêzên parastinê moral û hêza gel xurt dike, bi heman awayî berxwedana gel jî hêz dide berxwedana şervanan. Gelê Efrînê ev 50 roj in bi vî awayî li dijî êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk bi ruhekî fedayî li ber xwe dide. Gel û hêzên parastinê bi vê berxwedanê ji bo êrîşên qirkirinê bidin rawestandin û serkeftinê bike gerantî, divê hemû gelê Kurd ji van kêliyan ve bê navber rabe serhildanê, divê her derê bike berxwedan û vegerîne serkeftinê.”