Helbesta zarokeke Kobanê ji bo gerîla

Zaroka Kobanê ya bi navê Kurdistan, li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi helbestekê, hestên xwe yê ji bo gerîla anî ziman.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastina Medyayê li dijî gerîlayên Kurdistanê nerazîbûn zêde dibe. Kurdistan zarokeke ji Kobanê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla gelekî nerazî ye. Kurdistan anî ziman ku gerîla ji bo siberojên azad, ji bo zarokan li ber xwe didin û têdikoşin. Kurdistan berxwedana gerîlayên li çiyê silav kir û got, "Êdî bes e ji dijminên Kurdan re! Bila dev ji axa me berdin." Kurdistanê hestên xwe bi helbesteke ji bo gerîlayên Kurdistanê anî ziman.

"Çerxa Felek rast ba didim
Serê çiyan ser baz didim  
Gulistana xwe av didim  
Şûna avê xwîn didim  
Çerxa Felek gel bû me ye  
Yeqîm ev dem dema me ye  
Cîhan tev dibe ser me ye  
Kurdistana xwe hewil didim  
Eniya Botan gihand stêrkan  
Simko cîger bi van şêran  
Rex bi dil bi van mêran 
Simko soz dabû bi canê xwe  
Ez ê biçim tuyê bêjî kanî Ehmed kanî Mihemed Kanî Hemîd kengî bibe ez şehîd bibim."