Gundiyên Til Werid: Dewleta Tirk xweşî û aramiya me xera kir

Gundiyên Til Werid ê Til Temirê destnîşan kirin, ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe aramî û xweşiya wan a bi salan têk bir û gotin, zalim ti carî bi ser nakevin.

Gundê Til Werid gundekî Til Temirê ye ku yek ji hedefên sereke yên êrişên dewleta Tirk a dagirkere ku hîn jî êriş lê tê kirin.

Herî dawî doh bi şev bi balafirên şer û çekên giran bombardûman li gundê Til Weridê hate kirin.

Beriya çend rojan malbatek ji gundê Til Werid ji ber topbarana dewleta Tirk hate qetilkirin.

Gelek malbat ji neçarî gund vala kirin.

Gundiyên Til Werid anîn ziman ku berê xweşî û aramî li gundê wan hebû, ew dûrî şer bûn, lê belê dewleta Tirk tevî çeteyên xwe êrişî wan kirin û aramiya wan têk birin.

Gundiyan ragihand ku li gund her tiştên wan hebûn, ne hewcedarî kesî bûn, tirs li gel wan nebû, bi rengekî aram dijiyan, lê ji neçarî niha koç dikin.

Gundiyên Til Werid destnîşan kirin ku zalim ti carî bi ser nakevin û mafdar wê her tim bi ser bikevin.