Gundekî Şerayê li ser hev hat bombebarankirin
Gundekî yê navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser hev hat bombebarankirin.
Gundekî yê navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser hev hat bombebarankirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dagirkeran saet di 20:30’an de gundê Şêwarxa yê bi ser navçeya Şerayê ve li ser hev bomberdûman kir.
Di derbarê êrîşê de zêde agahî nehatine bidestxistin.
Dewleta Tirk hema bêje her roj li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan dike.
Sivîl û binesaziyên sivîl rasterast dike armanc û rojane sûcên şer tên kirin.