BI DÎMEN

Gok: Biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok di civîna gel a li Wolfsburgê de axivî û got: “Li dijî desteserkirina vînê biherikin Kolnê û dengê xwe bilind bikin.”

Li bajarê Wolfsburgê di çarçoveya amadekariyên meşa ku wê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de wê 16’ê Mijdarê li Deutzerê Werfta Kolnê bê lidarxistin, civîna gel hate lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok axivî. Gok desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî şermezar kir û diyar kir ku li dijî dagirkirina şaredariyan bersiva herî baş wê meşa li Kolnê be. Bi domdarî Kerem Gok, wiha got: “Em li ser navê KON-MED’ê ji bo bibin bersiva desteserkirina vînê, li dijî êrîşan Rojava, Şengal û Mexmûrê biparêzin, ji bo girtiyên di zindanan de, ji bo rakirina tecrîd û pergala Îmraliyê bang li hemû gelê xwe yê li Elmanyayê dikin; Di 16’ê Mijdarê de bi malbatî bi pêşengiiya ciwan û jinan biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin.”

Civîna gel a Wolfsburgê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.