Girêdana gelê Efrînê ya bi Şehîdan re

Şiyar El Seyîd û Welîd Elî yên welatiyên Efrînê ku ji xaka xwe dûr ketine, li navçeya Ehrazê ya Şehbayê parastina Şehîdgeha şehîdên Serdemê dike û rojan e kulîlk û darên şehîdgehê av didin.

Gelê Efrînê yên ku ji cih û warê xwe bi dûrketin, lê êşa herî mezin a wan dûrketina ji goristanên şehîdên xwe ye. Welatiyên Efrînê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne hesreta welat û şehîdên xwe dikişînin. Şiyar El Seyîd û Welîd Elî du welatiyên Efrînê ne û hesreta welat û şehîdên xwe vegotin.

Welatî Şiyar El Seyîd ê ji ber zilm, zordarî, êrîş û qetilkirina dewleta Tirk û çeteyên wê tevî malbata xwe li navçeya Ehrezê ya Şehbayê bicih bûye. Şiyar ê hestreta walat û şehîdên xwe dûr ketiye, her roj saet 08:00’an heta saet 12:00’an li Şehîdgeha Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrazê li nava şehîdgehê digere û stranan ji şehîdan re pêdixe.

Di her merasîmê de Şiyar amade ye û heta merasîm di qede li Şehîdgehê dimîne. Şiyar got: “Dema ez li Şehîdgehan dirûmim dilê min û hêviyê min mezin dibin. Şehîdên me bi me re dijî. Şehîdên me tim di dilê me de ye. Em ê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.”

Birayê Şehîd Birûsk Dilxwaz Welîd Elî yê ji gundê Kûbêşîn ya navçeya Şêrawa ye ku ji ber zilma çete û dewleta Tirk a dagirker koçberî Ehrezê bûye. Welîd Elî jî weke Şiyar di hemû merasîman de amade dibe û tevî merasîman dibe. Welîd Elî diyar dike ku weke erkekê li ser milê xwe dibîne ku gor û Şehîdgehê paqij bike û biparêzin.

Elî her roj li Şehîdgehan dar û kulîlkên li ser gorên şehîdan av dide û parastina wan dike.