Gerîlayê wêrek ê bi heybeta çiyayê Bagokê: Zinar Bagok

Zinar Avci ku li bajarê serhildanê yê Kurdistanê Nisêbînê ji dayik bû, di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû. Bi wêrekî û fedakariya xwe dihate naskirin. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dewleta Tirk xist.

Her çav bedewiyê nabîne, hîs nake. Dilên bedew dikarin bedewiyê bibînin, pê bihesin. Lewma her kes bedewî û girîngiya cografya Kurdistanê fêhm nake, tenê yên ku jê hez dikin dibînin û ji bo vê jî canê xwe feda dikin. Yek ji van lehengan jî Zinar Avci bû.

Di dîroka Kurdistanê de bi taybetî di dîroka PKK'ê de hin bajar û herêm hene ku di mijara jinûve geşkirina têkoşîna gelê Kurd de xwedî roleke diyarker bûn. Nisêbîn yek ji van herêman e ku di salên 1990'î de ku êrîşên herî hovane yên dewleta Tirk lê dihate kirin, xelkê Nisêbînê li hemberî vê zilmê rabû ser piyan û pêşengî ji gelek serhildanan re kir.

Ev serhildan jî bû destpêka azadiyê li Kurdistanê. Zinar Avci (Zinar Bagok) li vê navçeya serhildanê li Nisêbînê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi vê çand û kevneşopiya berxwedanê mezin bû.

Zinar Avci hîn di temenê ciwantiyê de polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk fêhm kir, kir ku ciwanên li derdora wî bi baldarî nêzî van polîtîkayan bibin. Bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hêrsa wî ya li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd her roj bêhtir zêde bû û ji bo çareseriyê jî berê xwe da nava refên gerîla. Zinar Avci di sala 2015'an de tevlî nava gerîla bû, li herêma Bestayê beşdarî perwerdeya bingehîn bû. Gerîla Zinar ji bilî serketinê encameke din qebûl nekir û li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têkoşînek meşand. Ji bo gerîla Zinar exlaq û çanda PKK'ê bû xeta sor.

Gerîla Zinar ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, di mijara taktîkên şer de jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Gerîla Zinar ku li ser şerê gerîla lêkolîn dikir û li ser kûr dibû, li her qada têkoşînê xwe bêhtir bi pêş ve bir û bû şervanekî şareza û xwedî îrade. Her tim ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê, di nava şer de bi wêrekiya xwe dihate naskirin. Gerîla Zinar bi ruhekî fedakar li hemberî dijmin çalakiyên bi bandor kir, bi wêrekiya xwe leşkerên dijmin têk dibir. Ji bo azadiya xaka Kurdistanê di demeke kurt de bi berpirsyariyên mezin rabû, wezîfeyên giran bi cih anî û tevî komek ji hevrêyên xwe di 11'ê Hezîrana 2018'an de li qada Besta ya Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker kete nava şerekî giran. Di vî şerî de gerîla Zinar Bagok tevî 8 hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû. Gerîla Zinar û 8 hevrêyên wî ji bo nirxên pîroz canê xwe feda kirin û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin.