Gerîla bi ruhê Bêrîtan ber bi serketinê dimeşin

Gerîlayên YJA Starê Fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bibîr anîn û destnîşan kirin gerîla bi ruhê Bêrîtan têkoşînê geş dikin.

Gerîlayên YJA Starê di salvegera 29’an a şehîdbûna Fermandar Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de axivîn û bal kişand ser têkoşîna gerîlayan a îro bi ruhê Bêrîtan li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin.  Gerîlayên YJA Starê Azadî Koçer, Devrîm Şirnex û Viyan Botan qala şehîd Bêrîtan kir û bal kişand ser têkoşîna gerîlayên jin.

‘EM Ê BI RUHÊ BÊRÎTAN ŞER BIKIN Û BIGIHÊJIN SERKETINÊ’

Gerîlaya YJA Starê Azadî Koçber di salvegera 29’an de di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîd bibîr anî û got: “Şehîd Bêrîtan xeta me ya berxwedanê ye. Em gerîlayên YJA Starê li ser xeta wê dimeşin. Îro bi sedan hevrêyên me li çeperên şer bi berxwedana wê ya salên 90’î ya li dijî xeta xiyanetê li ber xwe didin. Ew ruhê wê demê îro xwe nû dike. Ruhê Bêrîtan vedijene. Em ê bi wî ruhî şer bikin û bigihêjin serketinê.”

‘ÎRO JÎ LI DIJÎ XETA ÎXANETÊ GERÎLA ŞER DIKE’

Gerîla Devrîm Şirnex jî diyar kir ku di şexsê şehîd Bêrîtan de pîvanên welatparêziyê ji nû ve vedijene û got: “Dema mirov li berxwedan û jiyana wê dinêre, dibîne yek ji taybetmendiyên hevrê Bêrîtan derdikeve pêş, welatparêzî ye. Hezkirina wê ya welat, ax û girêdana wê ya bi gel re, herî zêde girêdana wê ya bi Rêbertiyê re derdikeve pêş.”

 Şirnex bal kişand ser xeta berxwedanê ya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û wiha domand: “Xeta berxwedan ya hevrê Bêrîtan bû meşaleya me. Hevrê Bêrîtan weke hêzek mezin û vîn derkete pêş. Li dijî gelek hişmendiyên li ser wê û jinan dihate sepandin şer kir. Em bi saya berxwedana wê gihiştin roja îro. Îro li Zagrosan berxwedaneke gerîla ya mezin heye. Li ber êrîşên xeta xiyanetê ya PDK’ê û dewleta Tirk gerîlayên azadiyê berxwedaneke mezin raber dikin. Çawa ku hevrê Bêrîtan di salên 90’î de li dijî xeta xiyanetê şer kir, îro jî hevrêyên me li dijî heman xetê şer dikin. Destkeftiyên me bi berxwedana gerîla tê parastin. Em jî bi hest û ruheke mezin yê Bêrîtan li dijî dijmin şer dikin. Berxwedana îro di şexsê PDK’ê de tê spandin, bersiv didin. Em qet û qet teslîm nabin.”

‘BI HEZARAN GERÎLA LI SER XETA BÊRÎTAN TÊDIKOŞIN’

 Gerîlaya YJA Starê Viyan Botan di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên meha Cotmehê bibîr anî. Botan bal kişand ser cesareta Bêrîtan û got: “Dema li malê bûm, fîlmê li ser wê hatibû amadekirin min temaşe kir. Min jiyana wê lêkolîn kir. Bi rastî jî jînek ku pir mirov bandor dike hebû. Berî ku tevlî bibim, min ew nas kir; lê piştî tevlîbûm hê zêdetir nas kir û jê bandor bûm. Hevrê Bêrîtan xetek e. Îro li ser wê xetê bi sedan û bi hezaran gerîla li ber xwe didin, têdikoşin. Dîsa li Heftanînê hevrê Rûstem ji bo nekeve destê dijmin çalakiya kir heman ruh e. Dîsa berxwedana li Zagrosan, Metînan hevrêyên me dikin hema rêya berxwedanê ya Bêrîtan e. Cesareta û têkoşîna hevrê Bêrîtan têkoşîna me bi wate û rênîşandara me ye. Ez gerîlaya YJA Starê heta dawî li ser xeta hevrê Bêrîtan têbikoşim. Heta dawiyê li dijî xeta xiyanetê ku li ser gelê Kurd tê kirin, şer bikim. Qet serî natewînin.”