’Gelên herêmê wê xwedî li QSD’ê derkevin’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Wîsem El Omer diyar kir ku ew li dijî her cure êrîş amade ne, wê axa xwe biparêzin û got “Wê gel xwedî li QSD’ê derkeve.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de êrîş biribûn ser herêma Zap, Avaşîn û Metînayê. Piştî li van herêman derbên giran xwarin û gavek jî pêş de neçû vê carê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyand ku dê êrîşê bibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî gefa êrîşan bê navber her roj êrîş pêk tê. Endamê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Wîsem El Omer li ser êrişa muhtemel a Dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Wîsem diyar kir ku ji dîrokê heya îro dewleta Tirk bi dagirkirin û talanê sînorên xwe berfireh dike û wiha got, “Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di warê stratejîk de xwedî axên bi berhem in. Ji sala 1913’an ve dewleta Tirk çav berdaye axên Sûriyeyê û bi taybet bakurê Rojhilatê Sûriyê. Bi projeya Mîsaqî Millî ku di sala 1920’an de dihat hedefkirin hin ji axên Bakurê Rojhilatê Sûriyê yên wek Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn jî dagirbikin.”

‘DEWLETA TIRK TERORÊ BI HÊZ DIKE’

Wîsam anî ziman ku dewleta Tirk komên terorê bi êrîşên xwe bi hêz dike û wiha dewam kir: “Qaşo komên çeteyên Cebhet El Nûsira û Ceyş El Hûr û DAIŞ’ê ji bo ku hikûmeta Şamê û pergala Esad  hilweşînin derketibûn, lê di rastiyê de armanca tevahiyan çeteyan tunekirina Kurdan e. Dewleta Tirk dixwaze li bakurê Rojhilatê Sûriyê operasyonekê pêk bîne. Li herêmên Zirgan, Eyn Îsa û Til Temir êrîşê sivîlan dike. Armanca vê êrîşê qirkirina gelê Kurd e. Sewqiyeta leşkerî li ser xeta sînoran zêde kirine.”

‘DIVÊ HIKÛMETA ŞAMÊ DI PRATÎKÊ DE JÎ XWEDÎ HELWEST BE’

Wîsam anî ziman ku Hikûmeta Şamê li dijî îhtîmala ku wê dewleta Tirk operasyon pêk bîne nerazîbûn nîşan da û wiha dom kir, “Hikûmeta Şamê helwesta xwe diyar kir, lê divê di pratîkê de jî wiha be. Divê hikûmeta Şamê bi awayekî cidî û bi rastî li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin.

‘DI NAVBERA ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê Û DEWLETA TIRK DE TÊKÎLÎ HEYE’

Wîsam El Omer da zanîn ku di demên dawî de Şaneyên Razayî yên çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrezorê rabûne û got ku ev rabûn ne nû ye û wiha got, “Ji ber ku di navbera dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê de têkilî heye. Ev têkîlî ji dema êrîşa çeteyan a li ser Zîndana Sîna (Xiwêran) ye. Heman tişt vedigere, dewleta Tirk çeteyan bi hêz dike û dişîne bakurê Rojhilatê Sûriyê. Di encama çalakiyên hêzên Sûriya Demokratîk gelek serçeteyên DAÎŞ’ê li Raqa hatin girtin.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE BINGEHA CIVAKÊ BIGUHERÎNE’

Wîsam diyar kir ku dewleta Tirk bi guhertina demografî dixwaze gel ji herêmê bide koçberkirin û çeteyan bi cih bike û wiha pêde çû, “Dewleta Tirk dixwaze guhertina demografîk pêk bîne û bingeha civakê biguherîne. Mînaka vê Efrîn e ku li ber çavê cîhanê pêk hat.”

‘GEL WÊ XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVE’

Wîsam daxuyand ku gelên li herêmê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Ermen hemû ji bo piştgiriya QSD’ê amade ne û got, “QSD’ê ji zarokên vî heremî pêk hat. Bêguman dê piştgirî bidin hêzên xwe. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dîroka berxwedanê nivîsin. Gel jî hêzên QSD’ê jî li hember her cure êrîş amade ne ku axa xwe biparêzin. Em ji hemû gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku em ê bi qasî hêviya ku gelên me bi hêza me da, em ê tevahî Bakurê Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Em ê xwedî li şehîdên ku canê xwe di rizgarkirina herêmê de dane derkevin.