Gelê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Şerîf sipartin axê

 Şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd Şerîf yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, li Goristana Şehîdan a Tebqayê sipartin axê.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, bajarokên Cerniye û Mensûra cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd Şerîf (Mehmûd Tebqa) ji nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Tebqayê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Di merasîma cenaze de bi dehan dayikên şehîdan, endamên Saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, fermandarên QSDʹê û endamên Hêzên Ewlehiya Hindirîn a Tebqayê amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Parastinê Fatma Reşo axivî û da zanîn ku ew li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk piştgiriya gelê xwe yê Efrînê dikin.

Her wiha bi navê Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Meryem Şerîf jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre jî Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ferec jî sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got şehîd ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda kiriye.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ li goristanê spartin axê.