Gelê Rojava ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Piştî erdheja Gemlîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Şêniyên navçeya Girkê Legê, endamên saziyên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bê Serok jiyan nabe" û "Em dixwazin demildest parêzer biçin Îmraliyê" hatin vekirin.  Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir endamê PYD′ê Idrîs Mihemed axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îrade û rûmeta me dike. Negirtina agahiyan ji Rêbertî bi taybetî piştî erdhejê me dixe nava fikran."

Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin, serdana Îmraliyê bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

Endamê PYD′ê Idrîs Mihemed got ku heta ew agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negirtin ew ê timî li qadan bin.

Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên Dêrik û herêma Koçerat ên Kantona Qamişloyê jî meşiyan. Meş ji qada Azadî ber bi sûka navendî ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û PKK′ê hatin hildan. Di meşê de dirûşmên "Bi Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Rêbertî", "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngî. Rêvebera PYD′ê ya Dêrikê Binefş Ebdo axivî û anî ziman ku ew daxwaza aşkerakirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: "Xetereya li ser Rêbertî li ser tevahî gelan e."

Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Rêber Apo" bi dawî bû.

Li bajar Qamişloyê jî meşek ji aliyê Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ve hat organîzekirin. Bi sedan şêniyên Qamişloyê beşdarî meşê bûn. Meş ji çerxerêya Sonî heta çerxerêya Şehîd Rûbar bi bangên aşkerakirina agahiyê der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dewam kir.

Meşevanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi dirûşma “Azadî ji bo Rêber Apo, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hildan. Di dawiya meşê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a bajarê Qamişlo Menîce Heyder axaftinek kir û diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Îmralî dide xuyakirin ku dixwaze gelê Kurd tune bike, wê yekê jî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tînin.

Menîce Heyder diyar kir ku ew agahiyeke lezgîn der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dixwazin û got: “Em qet rehet û aram jiyan nakin. Em rola CPT`yê nabînin, bêdengiya wan şermeke mezin e. Em soz didin Rêber Apo heta dawiyê ji bo pêkanîna felsefeya wî têbikoşin.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîs jî Meclîsa Gel a Til Hemîs daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama meclîsê Belqîs Elabdullah ve li pêşiya avahiya Meclîsa Gel a Til Hemîsê hat xwendin.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û dezgehên mafê mirovan li cîhanê kir ku rê li ber tecrîda girankirî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û agahiyekê ser rewşa wî bidin.