Gelê ku xwe gihand Efrînê: Hûnê nikaribin berxwedana me bişikînin

Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê hatin Efrînê gotin, êrîşên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk a dagirker wê ti carî nikaribin îradeya wan bişikînin.

Welatiyên ku ji bo destekê bidin Berxwedana Serdemê ji herêma Cizîrê hatin Efrînê, li gundê Birc El-Qas ê navçeya Şerawayê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Saziyên Civaka Sivîl a Herêma Cizîrê Cemîl Ehmed ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev digerin û li ser şopa şehîdan e. Welatiyan destnîşan kirin ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi tank, top, balafir û çekên giran wê nikaribin îradeya gel bişikînin û gotin, "Em ê berxwedana xwe bidomînin."

Ehmed diyar kir, gelê Cizîrê ji bo destekê bide gelê Efrînê û Berxwedana Serdemê ew hatine Efrînê.

Ehmed şehîdên berxwedana Efrînê bi bîr anî û destnîşan kir ku heta berxwedêrên mîna Arîn, Avesta û Rusteman hebin wê dîrok bi tîpên zêrîn bê nivîsandin.