Gelê Dêrazorê du şehîdên xwe veşartin

Şervanê QSD’ê Ela El-Îbrahîm (Şevger Teyana) û şervanê Hêzên Xweparastinê Ednan El-Yezîdî ji aliyê gelê Dêrazorê bi merasîmekê hatin veşartin.

Şervanê QSD’ê Ela El-Îbrahîm (Şevger Teyana) û şervanê Hêzên Xweparastinê Ednan El-Yezîdî ji aliyê gelê Dêrazorê bi merasîmekê hatin veşartin. Bi sedan kesan cenazeyê şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Hanî El Esen a li herêma El-Bisêra ketin rê.

Konvoya cenaze li goristanê ji aliyê bi sedan kesan bi tilîlî û sloganan hate pêşwazîkirin.

Fermandarê Hêzên Xweparastinê Demhat Hesekê di merasîma veşartinê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Hesekê diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin.

Hevserokê Meclîsa Herêma Siwerê Îlham-El Hisên jî got ku, “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji qadên xwe yên jiyanê bernedin û em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan cenaze hatin veşartin.