'Gel û rêveberiya xweser wê siyasetên li ser herêmê têk bibin'

Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr diyar kir ku gelê Efrînê li gel zor û zehmetiyan berxwedana xwe di nava dorpêçê de dewam dike û destnîşan kir ku ev berxwedan wê heta rizgarkirina Efrînê dewam bike.

Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê ji ANF'ê re axivî.

Arîn Bekîr anî ziman ku dagirkirina Efrînê ya sala 2018'an a ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, dewama komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, "Li wir jî diyar bû ku çiqas siyaseteke qirêj hate meşandin. Bi 72 balafiran û hemû teknîkê êrişî Efrînê kirin. Her wiha tiştê ku Efrîn ji herêmên din ên Sûrîyê cuda dikir ev bû ku Efrîn bi herêma herî ewle dihate naskirin û hemû milet ji hemû bajarên Sûriyeyê lê hebûm. Hemû pêkhate bi rengekî aram bi hev re lê diman. Ji bo ev jiyana azad û wekhev a li Efrînê ji holê bê rakirin êriş hate kirin.

Arîn Bekîr bi dewamî anî ziman ku gel li Efrînê berxwedaneke dîrokî nivîsand û wiha domand, "Piştî  berxwedaneke dîrokî li Efrînê ku 85 rojan gel û şervanên Efrînê bi qehremantiyeke mezin li ber xwe dan, Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate dagirkirin. G elê Efrînê berê xwe da Şehbayê da ku di bin siya dagirkeriyê de nemîne. Berxwedana ku li Efrînê destpê kirin wê bi rizgarkirina Efrînê bi dawî bibe. Lê herêma Şehba ji bilî binezasiya xwe ya ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de hatibû rûxandin, li kêleka wan siyaseteke mezin li ser gel di wê herêmê de tê meşandin. Li aliyekî dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê ji destpêka koçberbûna gel û heta roja niha dewam dike. Li aliyê din êrişên dewleta Tirk ên ku bi dagirkirina Efrînê re nehatin rewestandin û rojane gef û kiryarên dewleta Tirk li ser gel zêdetir dibe. Armanca wan ji van kiryaran ew ku vîna gelê ku biryara berxwedanê heta rizgarkirinê Efrînê û hemû deverên dagirkirî dayî bide şikandin. Lê her çiqas dorpêç û êriş li ser herêmê giran bibin jî lê tiştek nikare îrade û vîna gel bişkîne. Her tim hevgirtina gel bi hemû pêkhateyên herêmê bersivên herî xurt dide dijmin."

Arîn Bekîr qala rola jinê di berxwedana ku gelê Efrînê li Herêma Şehba de dike kir û got, "Ji ber ku jin nîvê civakê ye, di vê berxwedanê de jin bi roleke sereke radibe. Jina Efrînî ku bi fikir û felsefeya Rêber APO perwerde bûye û di wê rêyê de dimeşe û barê şoreşê ser milê xwe girtî, bi taybetî li herêma Şehbayê li hember hemû zehmetiyan ku gelek caran bê av, bê mazot, bê elektîk û di hin deman ji ber dorpêça hikumeta Şamê alavên jiyanê an jî pêwîstiyên jiyanê ên rojane jî bi zehmetî tên peda kirin, lê li hember vê jin hêza xwe kom dike û li ber xwe dide. Xwe bi rê ve dibe, ji malbata xwe de dest pê dike û heta civakê barê bi rêxistinkirina wan a herî zêde li ser milê jinê ye. Li ser wê esasê jin li herêma Şehbayê ji pêkhateya Ereb û Kurd û hemû pêkhateyên li herêmê vê berxwedanê bilid dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr diyar kir ku çiqas siyaset li ser herêmê werin meşandin wê vala derkevin û wiha got, "Yan vegerek bi rûmet li ser xaka Efrînê yan jî em ê heta rizgarkirina Efrîn li herêma Şehbayê li ber xwe bidin."