Forma qirkirina nîjadî û guhertina demografiyê dewam dike

Di rûniştina duyemîn a forma ‘Qirkirina Nîjadî û Guhertina Demografî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ li ser êrîşên qirkirin ên nîjadî û polîtîkayên guhertina demografiyê ya dagirkeran nirxandin hatin kirin û guhdarî şahidan hatin kirin.

Komxebata "Qirkirina nejadî û guhertina demofrafîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ku ji aliyê NRLS‘ê ve hatiye organîzeirin li bajarokê Rimêlan didome.

rûniştina duyemîn a komxebatê bi navê "Di milê yasayî û huqûqî de, pênasekirin û nirxandina binpêkirinên ku di çarçoveya bûyerên qirkirina nijadî û guhartina demografîk de, bi rê ve çû". Rûniştin ji aliyê D. Zozan Ibrahîm Doktora Zagona Sivîl û Hevseroka berê ya Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Cizîrê ve hat birêveberin.

Di rûniştinê de rapora ku Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê amade kiriye ji aliyê rêvebera rêxistinê û çalakvanan siyasî Evîn Cûma ve hate xwendin.

BAL KIŞANDIN SER SÛCÊN DIJ MIROVAHIYÊ

Di raporê de sûcên qirkirinê yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li djiî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne hate destnîşankirin.

Li gorî raporê, buyerên qetilkirina sivîlan li Efrînê 1 hezar û 213 sivîl, di nav de 54 sivîl di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin. Li Serêkaniyê 271 sivîl li Serêkaniyê ji wan 19 bi destê cejdermeyên li ser sînor hatin qetilkirin. Her wiha di raporê de îşkencekirina sivîlan, windabûna bi darê zorê û hedefkirina mal û milkan, hedefkirina xebatkarên tenduristiyê û rojnamevanan hatin belgekirin.

Her wiha cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mustefa semînerek li ser qirkirina nejadî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk anîn da. Mustefa destnîşan kir ku ji salên 2013 heta 2018‘an ve li dijî Efrînê êrişî û hewldanên qirkirina etnîkî hatin kirin. Li gel wê buyerên qetilkirin, koçberkirin, revandin û xwestina fideyeyê, îşkencekirina di girtîgehan, teqîn, rûxandina dibistan, pîrozgeh û mal û deverên olî û talankirina şûnwaran didomînin.

Mustefa her wiha bal kişand ser binpêkirinên li dijî jinên Efrînê û diyar kir ku jin neçar hatin kirin ku ser û rûyên xwe binixumînin û derketina wê ya derveyî mal hate qedexekirin. Li gorî rapora zêdeyî 50 jin li Efrînê hatin qetilkirin, 210 jin hatin birîndarkirin, 60 hatin tecawizirin, 3 jinan ji ber rewşa dirûnî ya xirab dawî li jiyana xwe anîn. Îsrafîl, bang li Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku dageriya Tirk û çekdarên wê ji Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin û vegera şêniyan li warê wan misoger bike û mal û milkên wan li wan vegerînin. Her wiha kesên ev binpêkirin kirin, ceza bikin.

‘LI BAJARAN ÊRÎŞÊN QIRKIRINA NÎJADÎ PÊK HATIN’

Semînera sêyemîn ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan Hesen El-Ebd ve hate dayîn. El-Ebd qala sûcên qirkirina nejadî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li kantona Girê Spî kir

El-Ebd diyar kir ku Girê Spî û gundewarê bê aram û bê ewle ye, zêdeyî 7 teqîn lê rû dane û bûyerên windabûn, revandin û daxuyaniyên fideyeyê rû didin. Her wiha mal û milkên sivîlan têne dizîn û talankirin. Hemdan El-Ebd bang li NY, rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewlekariyê û UNCEF kir ku li hemberî van sûcan tevgerê bikin û sûcdaran radizînin.

Semînera dawî ya rûniştina duyemîn ji aliyê semînervan Ebdulrezaq Eryanî yê ji Serêkaniyê ve hate dayîn. Eryanî semînerek bi navê "Bajarê Serêkaniyê berî û piştî dagirkerinê" da.

Eryanî got: "Bi hemû gotinan em dijiyan û karê xwe di nava saziyan de bi hemû rastî û ewlehî dikir. Kurd, Ereb, Suryan û Çaçan bi hev re jiyaneke komînal dijiyan. Pergela Rêveberiya Xweser bersiva hemû siyasetên qirkirin, nejadî bû. Piştî êrîşên li ser Serêkaniyê her tişt hate guhertin, tirs û xofa ji mirinê derket pêş. Serêkaniyê ji niştecihên wê vala bû û zarokên wê hatin koçberkirin û windakirin. Êdî li ser bûyerên talankirin û revandin û guhertina demgorafîk rû dide."

Eryan di dawiya semînerê de diyar kir armanca Tirkiyê ji dagirkirinê guhertina demografîk û qirkirina niştecihên wê ye da ku li şûna wan çeteyan bi cih bikin.

Piştî dayîna semîneran, şêniyên li Serêkaniyê û Girê Spî yên şahid qala binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên kirin û diyara kir ku artêşa Tirk a dagirker ji qirkirina nejadî ya li herêmê berpirsyar e.

Komxebat bi rûniştina sêyemîn a dawî didome. Tê payîn ku komxebatê bi encamnameyê bi dawî bibe.