Fermandariya Giştî ya YPG’ê li ser bûyera Amûdê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî bûyera 27-28’ê Hezîrana 2013’an a Amûdê daxuyaniyek da û got: “Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bi destxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedekarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me.”

Feremandariya Giştî ya YPG’ê li ser bûyera 27-28’ê Hezîrana 2013’an a Amûdê lêborîn xwet û ev agahî da: “Bûyera ku di rojên 27-28 Hizîrana 2013`an de li Amûdê  qewimî karesatek bû û ziyaneke mezin gihande gelê me û divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de dûbare nebe.

Em Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û bi şaştiya mezin a ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya leşkerî di dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bê guneh jiyana xwe ji dest dan, li xwe mikûr tên.

Em Fermandariya Giştî ya YPG`ê xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe raber dikin. Her wiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêborîna xwe radigihînin û tezmînata menewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.

Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bi destxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedekarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me, li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî misoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.”