Eşîrên Ereb: Ne şerê Êzidiyan şerê dewleta Tirk bikin
Rûsipiyên eşîrên Ereb ên Kantona Hesekê bang li hikumeta Iraqê kirin û gotin; “Li şûna şerê civaka Êzidî, li dijî dewleta Tirk şer bikin.”
Rûsipiyên eşîrên Ereb ên Kantona Hesekê bang li hikumeta Iraqê kirin û gotin; “Li şûna şerê civaka Êzidî, li dijî dewleta Tirk şer bikin.”
Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Iraqê yên bi desteka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li ser Şengalê şermezar kirin.
Rûspiyê eşîra El-Cebûr Siûd El-Salim bi tevlêbûna rûspî û endamên meclisa navçeya Holê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de rûspiyan got: “Em bi tundî êrişên li ser Şengalê û xelkê wê şermezar dikin. Piştî ku di êrişên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê de xelkê wê bi tenê hiştin û piştî ku bajar rizgar bû, niha artêşa Iraqê û PDK dixwazin wê vegerînin bi kontrola xwe.”
Di daxuyaniyê de rûspiyan diyar kir ku bi saya fedakariyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şengal rizgar bû.
Rûspiyan di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê û artêşa wê kir ku li şûna şerê gelê Şengalê dike, şerê artêşa Tirk bike û dagirkeriya wê ya li ser Iraqê bi dawî bike.
Di daxuyaniyê de rûspiyan komployên domdar ên li dijî Şengalê û gelê wê şermezar kirin, bang li hikumeta Iraqê kir ku bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku dagirkirina Iraqê armanc dike. Her wiha rê nedin ku DAÎŞ dîsa çalak bibe.