Eşîrên Ereb: Em li gel Rêveberiya Xweser in

Şêx û rûspiyên Ereban ên li gundên Qamişlo anî ziman ew ê rê nedin êrîşên li ser destkeftî û nirxên gelan û gotin: “Em ê piştgiriyê bidin rêveberiya xweser, saziyên leşkerî û sivîlên herêmê.“

Meclîsa Leşkerî ya Til Berakê ji bo eşîran komxebatek li dar xist. Di civînê de ku bi dehan endamên eşîrên Ereb, rûspiyên herêmê û oldarên navçeyên Til Berak, Til Hemîs û Holê amade bûn, rola eşîran di şerê li dijî êrîşên li herêmê de û geşedanên nû hatin nîqaşkirin.

 Fermandarên Têkiliyên Giştî ya herêma Cizîrê Ehmed El Mûsa, geşedanên dawî û xeteriyên li hemberî herêmê û rola QSD’ê di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nirxand.

Di komxebatê de şêx û rûspiyên herêmê axivîn û spasiya rola QSD’ê kir. Şêx û rûspiyan jî der barê êrîşan û rewşa jiyanê ya li herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Meclîsa Eşîran a Herêmê di dawiya komxebatê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Meclîsa Eşîran Ehmed Hiweder ve ku yek ji kesayetiyên navdar ên herêmê ye, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em rûspiyên herêmên Til Birak, Hol û Til Hemîsê yên herêma Cizîrê û tevahî hêzên me yên ji Ereb, Kurd û Suryan nahêlin tu destwerdanên derve û hundirîn li dijî destkeftî û nirxên gelê me bên kirin. Em îro li vir in ku ji bo piştgiriyê bidin rêveberiya xwe ya xweser û saziyên xwe yên leşkerî û sivîl.

Em hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Em bang li NY’yê, Koalîsyona Navneteweyî û hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku piştevaniyê bidin Rêveberiya Xweser û li aliyê wê rawestin ku azadiya gelên herêmê pêk bîne."