Ermeniyên li Qamişloyê dewleta Tirk protesto kirin

Ermeniyên li Qamişloyê şandina çeteyan a dewleta Tirk a ji bo piştgirîkirina Azerbeycanê ya ji bo şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, protesto kirin.

Ermenên li Kantona Qamişlo, ji bo balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Ermenên li Ermenistanê çalakiyeke protestoyî li ber navenda "Komeleya Xeyrî ya Giştî ya Ermeniyan" lidar xist.

Pêkhateyên Suryan, Kurd û Ereb jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakvanan bi zarok û temen mezinên xwe, pankartên bi nivîsên "Erdogan terorist e", "Şer bisekinînin" û "Dagirkerê Tirk bisekinînin" rakiribûn.

Di çalakiyê de Ermenê bi navê Babkîn Xazaryan yê ji bajarê Qamişlo diyar kir ku ew bêdengiya navnetewî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Ermenistanê şeremzar dikin û got: "Qerebax a Ermeniyan e û ji her Ermenekî re dozeke çarenûsî ye. Bi hezaran sale ku Qerebax erdê me yê dîrokî ye."

Xazaryan destnîşan kir ku ger bihêlin ku dewleta Tirk kiryarên xwe li hemberî Ermeniyan berdewam bike, ji vê yekê wê bê dîtin ku rê li pêşiya terorîstan vedikin ta ku sûcan pêk bînin û got: "Terorîstiya ku Erdogan li Qerebaxê dimeşîne, ew e berdewamiya dagirkirina wî ji xaka Sûriyê re ye.

Bila hemû cîhan bizanibe ku em bostekê ji erdê xwe radest nakin.”