Ermenî divê li rex Efrînê bin
Keşîşyan: ‘’Hemû Ermenî û saziyên wan bila li rex Efrînê bin. Heke Erdogan li Efrînê bigihije armanca xwe li van xakan ne Ermenî wê bimînin û ne jî Kurd.’’
Keşîşyan: ‘’Hemû Ermenî û saziyên wan bila li rex Efrînê bin. Heke Erdogan li Efrînê bigihije armanca xwe li van xakan ne Ermenî wê bimînin û ne jî Kurd.’’
Ermeniyên li Serêkaniyê gotin em bang li hemû Ermeniyên dinyayê dikin ku li djî hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê rawestin û helwestê nîşan bidin. Arara Keşîşyan got, ‘’Em hazir in ku di vî temenê de çekê hildim û li Efrînê şer bikim.’’
Ara Keşîşyan li Rojava, li Serêkaniyê dijî û Ermenî ye. Ji ber sedema qirkirina Ermeniyan ji Farqîna Amedê t êvir. 1920’an malbata wî tê Serêkaniyê, li Rojava dimînin. Keşîşyan Kurdî û Erebî weke Ermenî dizane.
Ji gundê Başko yê Farqînê ji malbateke 70 kesî tenê bapîrê wî sax filîtiye. Keşîşeyan got hişmendiya rêveberiya wê demê ya Tirk ku bi demografiyê dilîst niha bi Erdogan re didome û got, ‘’Erdogan dixwaze Ermeniyan tine bike. Dixwaze Ermeniyan li Qamişlo, Lubnan, Helebê dûr bixe û wan di Ewropayê re derxîne. Bi vî awayî jî dixwaze wan ji koka wan dûr bigire.’’
JI BO EFRÎNÊ EZ Ê ÇEKÊ RAKIM
Keşîşyan diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê êrîş ali ser pergala xweser a demokatîk a rêveberî û jiyanê ya gelan e û got, ‘’Erdogan êrîşê bi ser Efrînê de bibe, Efrîn berxwedaniyeke mezin dike. Em bawer dikin ku berxwedaniya Efrînê wê dawiya Erdogan bîne. Em hemû bi zar û zêçên xwe hazir in ku çekê rakin û parastina Efrînê bikin. Em pergala demokartîk û YPG’ê dilxweş in. Serfiraziya wê ya me be.’’
WÊ ERMENÊN MAYIN JÎ TINE BIKE
Keşîşyan herî dawî got divê hemû Ermenî li rex berxwedaniya Efrînê bin û wiha domand: ‘’Hemû Ermenî, saziyên wan divê li rex Efrînê bin. Heke Erdogan li Efrînê bigihije armanca xwe li van xakan wê ne Ermen, ne Kurd û ne jî Xiristiyan bimînin. Ez bang li hemû Ermenan dikim, hem bi rêya çapemeniyê û hem bi her rengî li cem berxwedaniya Efrînê bin.’’