Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Salih Etallah dema erka xwe bi cih dianî li kantona Dêrazorê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endamê xwe Salih Etallah daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4’ê Nîsanê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî li Dêrazorê di encama êrişa çekdarên nenas de şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Salih Etallah

Navê Dayikê: Feyda

Navê Bav: Ewad

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Bisêra 4/3/2019

Cih û Dîroka Şehadetê: Ebrîha 4/4/2024

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Şehîd Salih ji dema tevlê nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye ve bi dilsozî û dilpakî erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih dianî. Endamekî çalak bû, heta kêliya dawîn a şehadeta xwe bi îradeyeke xurt dixebitî."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Salih Etallah re hat xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.