QSD: Dagirker êrişî sivîlan dikin

​​​​​​​Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê encamên êrişên roja 60'î yên dagirkeran ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên çete, di roja 60’î ya êrîşên dagirkeriyê de tevger û amadekariyên xwe yên êrîşan domandin. Li seranserê herêmê amadekariyên êrîşan berdewam kirin.

EBÛ RASÊN

Artêşa dagirker û komên çete li gundê Ûm El-Şeifa bi çekên giran û roketavêjan êrîş birin ser herêmên sîvîl. Her wiha herêm bi saetan bi dijwarî hate topbarankirin û tevgera balafirên bêmirov li qadê bê navber berdewam kir.

TIL TEMIR

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li herêma gundê Um El-Kêf hewl da êrîş bibin ser herêmên sîvîl û dagirkeriya xwe berfireh bikin. Her wiha bi çekên sekvaniyê êrîş anîn.

LI DÊREZORÊ DI ÊRÎŞA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DE 4 SÎVÎL ŞEHÎD BÛN

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên ku êrîşên dagirkeriyê yên li bakurê Sûriyê ji xwe re derfet dîtin, li herêma Dêrezorê jî tevger û êrîşên xwe yên li ser sîvîlan zêde kirin. Di encama êrîşeke teqemenî ya li vê herêmê de 4 sîvîl şehîd ketin."