'Em ê li hemberî êrîşan berxwedana xwe bidomînin'
Niştecihên Til Rifatê ku bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû mayî gotin, “Tevî hemû êrîşan jî em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Niştecihên Til Rifatê ku bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû mayî gotin, “Tevî hemû êrîşan jî em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Efrîniyên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mayî koçberî herêma Şehbayê û gundewarên wê bibin, niha jî bi top, obus û hewanên dewleta Tirk re rû bi rû mane.
Di êrîşê de Emîn Îbrahîm Çawîş ê 48 salî yê Êzidî ku ji gundê Bafulunê yê navçeya Şera ya Efrînê ye, jiyana xwe jidest da û du sivîl jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ku tim bi çekên giran êrîşî Şehba û Şêrewayê dike, îro jî danê sibehê bi hewan û obusan êrîşî navçeya Til Rifat kir. 25 topên avêtî navenda navçeyê, li malên gel ketin û hilweşandin.
Hisen Mihemed ê mala wî hatî topebarankirin, diyar kir ku mala wî hilweşiyaye û divê dinya li hemberî vê hovitiya dewleta Tirk bêdeng nemîne. Mihemed got, “Çi dibe bila bibe, em ê li hemberî êrîşan berxwedana xwe bidomînin.”
Fîrûz Mistefa jî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar mayî xaka xwe biterikîne jî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got, “Em Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Lê belê dewleta Tirk tim êrîşî me dike. Êdî divê ji em ji van êrîşên dewleta Tirk re bêjin êdî bes e.”