Ehmê: Yên bêdeng dimînin hevparê qirkirinê ne

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Luqman Ehmê got, "Yên li pêşberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne."

Ji partiyên siyasî, saziyên mafên mirovan, Meclîsa Edaletê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Demokratîk 115 delege tevlî forûma "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina etnîkî û guhertina demografiyê" bûn.

Ji beşdaran Berdevkê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê der barê qirkirina etnîkî û guhertina demografîk a dewleta Tirk de ku li herêmê dike ji ANF'ê re axivî.

'LI EFRÎNÊ QIRKIRIN DEWAM DIKE'

Luqman Ehmê ragihand, dewleta Tirk ku bi xewn û xeyalên Neo-Osmanî tevdigere, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên li dijî mirovahiyê yên mîna qirkirina etnîkî û guhertina demografîk dike û got, "Dewleta Tirk di sala 2018'an de êrişî Efrînê kir û zarok û jin jî di nav de bi sedan sivîl qetil kir. Ji ber êrişan 500 hezar sivîl neçar man koç bikin.

Dewleta Tirk çete û malbatên wan li şûna sivîlên li herêmê bi cih kir. Li herêmê qirkirina aborî û civakî dewam dike. Hîn jî bi zextê hewl didin ku gel koçber bikin. Dest datînin ser zeytûnên sivîlan û talan dikin."

'BI SEDAN HEZARAN KES MEXDÛR KIRIN'

Ehmê anî ziman ku dewleta Tirk ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve careke din li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişeke terorê kir û got, "Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi dehan sivîl hatin qetilkirin û zêdeyî 300 hezar sivîl jî neçar man warê xwe biterikînin. Di nava yên koç kirin de 80 hezar zarok hene. Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her wiha bi sed hezaran zarok ji perwerdeyê bêpar man.

Koçber li dibistanên bajarên derdorê hatin bicihkirin. Ji ber vê yekê li 148 dibistanan perwerde rawestiya ye. Ji ber ku em di demsala zivistanê de ne şert û mercên koçberan girantir bûne. Koçber di nava têkoşîne zehmet a jiyanê de ne.

Çeteyên dewleta Tirk dîmenên malên hatine talankirin ji xwediyên wan re dişînin. Her wiha sivîlên ji bo li malên xwe vegerin diçin herêmê jî ji aliyê çeteyan ve tên qetilkirin û dîmenên wan ji malbatên wan re tên şandin. Dewleta Tirk bi vê hovîtiyê re dixwaze gelên ji zilma Osmanî rizgar bûn tine bike."

'DIVÊ SIVÎL LI XAKA XWE VEGERIN'

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Luqman Ehmê bi bîr xist ku qirkirina etnîkî û guhertina demografîk a ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dike li gorî qanûnên navneteweyî sûcê şere û got, "Yên ku li pêşberî vî sûcê dewleta Tirk ê li dijî mirovahiyê bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne. Bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji xwe em dixwazin ku penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xaka xwe vegerin.

Koçber divê li xaka xwe vegerin, ne li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Dewleta Tirk dixwaze demografiyê biguherîne û qirkirina etnîkî bike. Ev yek li gorî qanûnên navneteweyî ne ya qebûlkirinê ye. Der barê sûcên dewleta Tirk de belge hene û hîn jî tên belge kirin. Ev belge pêşkêşî saziyên mafên mirovan tên kirin."