Efrîniyan ji NY’yê re gotin:  Hûn piştgiriyê didin terorîstan

Di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de bi sed hezaran Efrînî li ber xwe didin.  Gelê Efrînê dibêje “Dema ku me li dijî terorîstan şer dikir, kesên ku piştgiriya me dikirin a niha jî çavê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê re digirin.”

Di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de bi sed hezaran di bin bombeyan de li ber xwe didin. Di roja 54’an a êrîşan de gelê Efrînê ji Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wan ên ku bazareke qirêj bi hev re dikin re dibêjin ku “Hûn çima Efrînê nabînin? Dema me li dijî terorê şer dikin hûn li ba me bûn lê niha jî hûn ne li ba me ne.”

Li Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê firne 24 saetan dixebitin. Li bajêr piştî êrîşên li ser rêya Helebê di warê temînkirina xwarin û xurekan de kêşe hene û gel diyar dike ligel hemû êrîşan ew ê axa xwe neterikînin.

Mihemed Ebdo Ebdurehman ê li Taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê diyar dike, piştî ku gel koçî bajêr kir, rêveberiya bajêr biryar daye ku bila nan belaş belav bikin û ew jî li gorî vê biryarê tevdigerin. Ebdurehman diyar dike ku firne 24 saetan vekiriye û Meclîsa Gel heqê nan dide û dibêje, “Em jî bi vî awayî xizmeta gel û berxwedanê dikin.”

Hemwelatiyê bi navê Ebdulhekîm Hemûdê jî diyar dike, dema ku ew ji gund derketine nekarîne tiştekî bi xwe re bînin û nêzî du meh in betal e. Hemûdê dibêje ku, “Nanê me heye lê ji xeynî wê xurek û xwarin kêm bûye. Li vê derê di her malekê de 3,4 malbat bi hev re dijîn. Em rojên dijwar dijîn, gelo çima cîhan vî halê me nabîne?”

Hemwelatiyê bi navê Cemîl Ehmed jî diyar dike ku ew ê dev ji axa xwe bernedin. Ehmed ji bo bêdengiya NY û hêzên li Sûriyeyê jî dibêje ku “Ew hemû ker û kor û lal in. Li ser xwîna Kurdan hesaban dikin. Em ê dev ji axa xwe bernedin.

Hemwelatiyê bi navê Elî Cimo yê ji Efrînê jî ji hêzên navneteweyî re dibêje ku “Dema me li dijî terorîstan şer dikir hûn li vê derê bûn lê a niha hûn ne li holê ne. Kesên ku berê piştgirî didan têkoşîna li dijî terorê, a niha çavê xwe ji êrîşên dewletan re digirin.”

Jina bi navê Firyan Hec jî diyar dike ku ji ber şerê li Helebê wan koç kirine û îcar jî li Efrînê dewleta Tirk êrîşî wan dike.