Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, ji bo hebûna xwe rewa bike mekanîzmayên leşkerî û siyasî ava kir. Tevî vê yekê jî Efrînê 2 sal in bi rêya Walîtiya Hatayê û Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî (MÎT) ve bi rê ve dibe. Li dijî Kurdên ku bi biryardarî xwestin li Efrînê bimînin paqijiya etnîkî kir û hîn jî dike. Dewleta Tirk êşkence li Kurdên ENKS'î jî kir ku bûn hevkarê dagirkirina Efrînê. Kurdên ku cihê xwe di nava mekanîzmayên wê de digirin jî bêdudilî destgîr dike, digire.
Beriya êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Êzidî, Elewî, Sûnî di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi hev re bûn û cihê xwe di nava rêveberiyê de digirtin. Dema ku dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişên dagirkeriyê kir, gelê Efrînê jî bi hêzên QSD'ê re li ber xwe da. Her ku dagirker bi bombardûmana giran û komkujiyan bi pêş ve çûn, gelê Efrînê jî neçar ma ku koçî navenda bajêr bike. Artêşa Tirk di 18'ê Adara 2018'an de dor li navenda bajarê Efrînê girt û êrişên xwe zêde kir. bombe li qadên sivîlan barand û komkujî kir. Bi biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nêzî 80 ji sedî yê gelê Efrînê ji bajêr derket. Beşeke mezin derbasî herêma Şehbayê bû, beşek li Helebê bi cih bû, beşek jî koçî kantonên Cizîr û Kobanê kirin.
ÇETE LI HER DEVERA EFRÎNÊ NE
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn bi temamî dagir kirin, di bin navê "ewlekariyê" de mekanîzmayên ku zextê li gelê xwecihî dikin ava kirin. Her wiha bajar di nava çeteyan de parve kir. Tevî ku gelek caran propaganda kir ku wê çete ji navenda bajarê Efrînê derkevin û li bejahiya Efrînê li qada şer bi cih bibin jî hema bêjin li her devera navenda bajêr çete hene. Kontrola hin nahiyeyên Efrînê jî ji hin çeteyan re hatiye hiştin.
Şiyê: Tumena Sûltan Mûrat, Tûgayên Hamzat, Tûgayên Sûltan Suleyman Şah, Lîwa El Weqas û Tûgaya Semerkand.
Cindirês: Feylaq Şam, Ahrar El Şam, Ahrar El Şarqiye.
Bilbilê: Feylaq Şam, Liwa Siqur El Cebel, Tûgaya Mûntasir Bîllah (Tirkmen), Hêzên Hamzat, Nuxba, Tumena Sûltan Mûrat, Ehfat El Resul û Siqur El Şam.
Mabatê: Tûgaya Sultan Muhammed Fatih, Tûgaya Mûntasir Bîllah, Tûgaya Ehwad, Tûgayên Hamza, Semerqand, Tûgaya Sûltan Suleyman Şah û Cephe El Şamiye.
Raco: Tumena Hamza, Sultan Murad, Feylaq El Şam û Ahrar El Şarqiye.
Şera: Tumena Sûltan Mûrat.
Şerewa: Feylaq el Şam, Tumena Hamza, Ahrar El Şam û Ahrar El Şarqiye.
ÇETEYAN ZEXT LI CIWANAN KIRIN KU TEVLÎ WAN BIBIN
Efrînî gelek caran di navbera dizî û talana çeteyan de man. Her wiha zext, êşkence û hatin revandin û fîdye ji malbatên wan hatin xwestin.
Çavkaniyên me ragihandin, ku di nava çend mehên dawî de gelek çete ji bo tevlî dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û şerê li Lîbyayê bibin ji Efrînê derketin û ji bo şûna wan bê dagirtin zext li ciwanên Efrînê hatin kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, MÎT'ê di 25'ê Kanûnê de ferman da çeteyên xwe hemûyan ên li Efrînê û ji wan xwest ku her yek ji wan 15 endamên xwe yên xwedî tecrûbe ji bo dagirkirina rojhilatê Firatê û tevlîbûna şerê Lîbyayê veqetînin û li şûna wan jî 15 kesên nû tevlî xwe bikin.
Niha di bin çavdêriya MÎT'ê de êşkence li ciwanan tê kirin û zext li wan tê kirin ku tevlî wan bibin.
MEKANÎZMAYÊN DIN ÊN ZEXTÊ
Dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagir kir, tevî leşker û çeteyên Tirk her wiha sê mekanîzmayên din ji bo "ewlekariyê" ava kir. Ev her sê mekanîzma jî ji bo zextê li Kurdan û gelê xwecihî yên Efrînê bikin tên bikaranîn.
Ewlekariya siyasî (îstîxbarat): Navenda xwe li Efrînê ye, li navçeyan jî şaxên xwe hene. Tevlî serdegirtin û revandinê dibe.
Polîsên leşkerî: Ev kom ji çeteyan û kesên li Efrînê hatine bicihkirin pêk tê û navenda wê li navenda Efrînê ye. Bi giranî diavêje ser Kurdên pêwendiya xwe bi rêveberiya xweser re hene û mirovan direvîne. Lîseya Emîr el Ghobarî û dibistana Ezher Efrînê ji xwe re kirine navend.
Polîsên sivîl: Dema ku nû ava kirin Kurdên ENKS'î jî di nav de cih digirtin, lê belê piraniya wan bi demê re ji ber zextê neçar man ji Efrînê derkevin, yan jî bi hincetên cuda ji nav vê mekanîzmayê hatin derxistin. Tevlî serdegirtin û revandina mirovan dibe.
MECLÎSA DAGIRKERIYÊ NEKARÎ MEHEKÊ JÎ ÎDARE BIKE
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir ne tenê mekanîzmayên "ewlekariyê" ava kir, her wiha ji bo xwe rewa bike û li ser gelê li bajêr serdest be mekanîzmayên "sivîl" û "siyasî" jî ava kir.
Roja ku Efrîn dagir kir di 18'ê Gulana 2018'an de li Dîlokê bi koordînasyona MÎT'ê civînek bi beşdariya 100 kesên ku îdîa dikirin ji Efrînê ne pêk anî û bi navê "Kongreya avabûna Afrînê" ji çapemeniyê re ragihandin. Di encama civînê de ragihandin ku "Meclîsa Herêmî ya Efrînê" ava kirine. Kesê bi navê Hasan Şîndî ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de li Efrînê karên kontra dikir û ferman hin teqînan da ikrin berdevkê vê rêxistinbûna xwe.
Bi avakirina kongreyeke bi vî rengî xwest ku dijminên PYD'ê yên sondxwarî li hev kom bike û li Efrînê rêveberiyeke bi xwe ve girêdayî ava bike, propaganda "Efrîn xwe bi xwe bi rê ve dibe" bike. Şîndî û meclîsa ku ew berdevkê wê bû, li Efrînê nekarî mehekê jî îdare bike. Dewleta Tirk bi ti rengî ew cidî negirt û çeteyên ku di rêveberiya Efrînê de cih nedan wan timî zext lê kir. Di encamê de jî piraniya endamên wê meclîsê reviyan Ewropa, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê.
ERK HEMÛ DI DESTÊ MÎT'Ê Û WALÎTIYA HATAYÊ DE NE
Rêveberiya Efrînê di dawiya Adara 2018'an de bi Walîtiya hatayê ve hate girêdan û mîna navçeyeke Hatayê hate nirxandin. Dewleta Tirk di Nîsana 2018'an de jî qaşo meclîseke sivîl a ser bi xwe ve ava kir. Navenda bajêr jî di nav de li her 7 nahiyeyên Efrînê meclîsek ser bi dewleta Tirk ve hatin avakirin.
Ev meclîs jî ji kesên li herêmê, bi taybetî ji Ereban û hin endamên ENKS'ê pêk hat. Destpêkê hate ragihandin ku wê bi Meclîsa Xwecihî ya Helebê ya ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Şoşreger û Mûxalîf a Sûriyeyê ya di kontrola MÎT'ê de ye bê girêdan, lê belê yekser bi MÎT'ê û Walîtiya Hatayê ve hate girêdan. Bi vê yekê re dewleta Tirk xwest propaganda "Efrîn xwe bi xwe bi rê ve dibe" bike û li ser gelê xwecihî serdest be. Ji ber ku ev plan pêk nehat vê carê dest bi bikaranîna rêbazên cuda kir.
Tenê karê jimartina sivîlan, dayina nasnameya Tirk û derxistina kaxizên Erebî, alîkariya qaşo saziyên alîkariyê yên ji Tirkiye û Qatarê re weke wezîfe ji bo van meclîsan hate destnîşanikrin. Di rêvebirina Efrînê de ti carî nebûn xwedî rol û mîsyon. Fermanên xwe hemûyan ji MÎT û Walîtiya Hatayê digirin.
KEYA BÛN ÇAVÊN MÎT'Ê
Li tevahiya 365 gundên Efrînê keya hatin diyarkirin. Ev keya jî weke çavên MÎT'ê yên li gundan hatin wezîfedarkirin. Ji her keyayekî re 600 TL maeş hate dayin. Bi demê re hinek hatin guhertin. MÎT dema dawî pêl bi pêl keyayan derbasî Tirkiyeyê dike û wan perwerde dike.
MÎT her wiha gelek kesên li Efrînê dike sîxur û mîna keyayan û meclîsên xwe yên herêmî ji wan dixwaze ku kesên berê bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê re xebitîn îxbar bikin.
XIRISTIYAN QET NEMAN
Beriya dagirkeriyê li Efrînê 250 malbatên Xiristiyan hebûn. Li herêmê 20 dêr û perestgeh (keşîşxane) hebûn. Ji wan a herî mezin jî Dêra Raî Salih bû ku di Nîsana 2011'an de ji îbadetê re hatibû vekirin.
Di dema dagirkeriyê de hem ji ber bombardûmanê hem jî ji ber gefa "divê serê kafiran bê jêkirin" a çeteyan 250 malbatên Xiristiyan koçî Helebê kirin. Dêr û warê wan ê pîroz hatin hilewşandin. Balafirên şer warê pîroz ê Xiristiyanan Qedîs Maron Şefî Jolyanos ku yek ji dêra herî kevin e bombe kirin. Li aliyê din çeteyên Sûltan Mûrad û Ceyş El Şerqiyê tştên ku li warên pîroz talan kirin weke "xenîmet" bi hev re parve kirin.
FERZKIRINA ÎSLAMETIYA SÛNÎ
Beriya dagirkirinê li herêmê 15 tirbe û warê pîroz ê Êzidiyan hebûn. Bi vê yekê re her wiha dibistanên perwerdeya olî hebûn ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin vekirin. Yekîtiya Êzidiyan a li navenda bajêr jî di nav de zêdeyî 10 tirbe hatin îmhakirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, beriya dagireriyê li Efrînê bi giştî 22 gundên Êzidiyan hebûn û hejmara wan der dora 25 hezar kesî bû. Lê belê niha ji ber êşkence û binpêkirina mafên mirovan tenê 7 hezar Êzidî li Efrînê mane. Li gundên Êzidiyan mizgeft hatin çêkirin. Dagirkeran êşkence li Êzidiyan kirin û zext li wan kirin ku ola Îslamê qebûl bikin û biçin mizgeftan. Vê pêkanînê destpêkê li gundê Basûfanê dest pê kir û piştre li gundên din hemûyan belav bû. Ji şêniyên gundê Qibare yê Efrînê Omer Memo Şemo ji ber ku derbasî ola Îslamê nebû hate qetilkirin.
Beriya dagirkeriyê li Efrînê zêdeyî 20 hezar Elewî hebûn. Piraniya wan piştî dagirkirina Efrînê ji bajêr derketin. Elewiyên li bajêr man jî malên wan hatin talankirin. Îslamiyeta Sûnî li Elewiyan hate ferzkirin. Zêdeyî 3 hezar malên hatin talankirin ji aliyê çeteyan ve veguherandin mizgeft û dibistanên şerîatê. Niha li Efrînê hejmara Elewiyan gelekî kêm e.
KURDÊN NOKER JÎ NAXWAZIN
Piraniya Kurdên welatparêz ên li gel dagirkeriyê li ber xwe dan ku li Efrînê bimînin, piştre ji ber kuştin, êşkence, revandinê neçar man ji Efrînê derkevin. Dewleta Tirk nikare xwe li Kurdên nokerî jê re dikirin jî rabigire. Kurdên ku di nava meclîsên MÎT'ê û Walîtiya Hatayê de cih digirtin, tevî ku hemû endamên ENKS'ê ne û cihê xwe di dagirkeriyê de girtin, wan jî para xwe ji êşkence û zextê girtin. Gelek ji Kurdên noker ji ber van zextan neçar man ji Efrînê birevin Helebê, Tirkiyeyê, Ewropayê û Başûrê Kurdistanê.
Li gorî agahiyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê hatin wergirtin, 64 mamosteyên Kurd ji ber hincetên siyasî ji karê xwe hatin dûrxistin. Di nava 15-20 rojên dawî de gelek kesên di nava meclîsên herêmî yên Efrînê de cih digirtin hatin girtin û aqûbeta hinek ji wan nediyar e. Piraniya yên hatin girtin Kurdên di nava meclîsê de bûn. Di nava kesên di 29'ê Kanûna 2019'an de hatin girtin Muhendîs Hemîd Yûsûf, Sekwan Hesen, Bangîn jî hebûn. Ev hemû endamên Meclîsa Sivîl a Efrînê bûn. Piştre endamên heman meclîsê Basîl Ereb û Mihemmed Ebdîl jî hatin destgîrkirin û niha aqûbeta wan nayê zanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di nava vê pêvajoyê de dewleta Tirk Kurdên li nava "Meclîsa Afrînê" tasfiye kir û bi giranî Tirkmen û Ereb li şûna wan bi cih kir.
Tê gotin ku wezîfedarê AKP'ê yê li Efrînê kesê bi navê Selçûk ji meclîsê re got, "Kurd hemû PKK'î ne. Hûn ji neçarî bi me re ne."