Bîlançoya du salan a Efrînê: Êşkence, talan û qetlîam

Efrîn nêzî 2 salan e di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Ji sala 2018’an û heta niha Efrîn bûye navenda qetlîam, êşkence, tecawiz û talanê.

Efrîn ya ku dîroka wê digihêje heta koka mirovayetiyê, bi hezaran salan bûye navendeke Kurdan. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir û di Çileya 2014’an de bi îlankirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, rejîmê û çeteyan dora wê girtibûn lê wê di warê ekonomîk, demokratîk, çandî û siyasî de her dem xurt kir.

Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de bi 79 balefir, bi sedan tank û obus, bi hezaran leşker û 25 hezar çeteyan êrîşî Efrînê kir. Di 18’ê Adara 2018’an de hemû bajar hate dagirkirin û Efrîn kirin navenda talan, êşkence û qetlîamê.

DI 2 SALAN DE 545 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Di nava 2 salan de 545 sivîl hatin qetilkirin, 6000 mirov hatin revandin, bi dehan dibistan û mal bûn êşkencexane û zindan. Di nava 2 salan de qirkirineke mezin li ser dîrok, xweza, mirov û çanda Efrînê hate kirin.

Li gorî daneyên meha Kanûnê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji 20’ê Çileya 2018’an û heta 486 ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û 54 kes jî ji ber êşkenceyê bi giştî 545 sivîl mirine. Herî kêm jî 50 jin hatine qetilkirin. Di van qetlîaman de 300 jê zarok, 210 jin û bi giştî 670 kes birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker û leşkerên wê tecawizî 60 jinan kir.

JI DESTPÊKÊ HETA ÎRO HER DEM TALAN DOMIYA

Ji roja ku êrîşên dagirker hate destpêkiri dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li her dera Efrînê dest bi talanê kirin. Di 18’ê Adarê de çeteyan mal û dikanên Efrîniyan talan kiribû û nûçegîhanên AFP’ê dîmenên wan qeyd kiribû.

Li Efrînê 270 presa zeytûnan hebû, 140 pres ji aliyê çeteyan de hate dizîn, li Tirkiye û Ezazê hate firotin. Yên mane jî ji bo ku neyên dizîn, şirîkatiya bi çeteyan re li ser xwediyê wan ferz kirin. Makîneyên 7 fabrîkeyên birinc û sabûnê hatin dizîn, berhemên di depoyan de hatin talankirin. Çeteyan ev tiştên ku talan kirine birin Ezazê û li bazaran firotin. Vê talana ku bi çavdêriya dewleta Tirk hate kirin, hate asteke wisa ku malên hin malbatên Ereb ên ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe nedan û malên endamên ENKS’ê yên hevkarên dagirkeriyê jî hate talankirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker pez û heywanên Efrîniyan jî dizîn. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê beriya dagirkeriyê li Efrînê 100 hezar heywan hebû lê îro ji ber talanê bi tenê 20 hezar heywan mane.

TALANA ZEYTÛN Û ÇANDINIYÊ

Zeytûn û berhemên erdên Efrîniyan jî revandin Tirkiyeyê. Konseya Çandiniyê ya Efrînê diyar kir ku di sala 2017’an de li Efrînê 15 hezar ton genim hatibû hilberandin, di sala 2018’an de ev bûbû 20-25 ton û çeteyan ev hemû genim dizîne. Konseyê diyar kir ku çeteyan ev genim birine Tirkiyeyê, fabrîkeyên Tûnûs û Tirkiyeyê jî hevkarên çeteyan e û çete 8 ji sedî parê didin fabrîkeyan.

Beriya dagirkeriyê li herêmê 700 hezar darên hinaran hebû û hemû dar ji aliyê çeteyan de hatine jêkirin.

Darên zeytûnan ên li Efrînê jî du sal in tên talankirin. Li gorî peymana di navbera MÎT û qaşo meclîs sivîl de 85 ji sedê zeytûnan dibin Tirkiyeyê. Di sala 2018’an de 220 hezar ton zeytûnên Efrînê li Hatayê hatin guvaştin û zeyta wê firotin Îspanyayê. Hinek jê jî li Tirkiyeyê hate firotin. Wezîrê Bazirganiyê Rûhsar Pekcan di dema talankirina zeytûnan de got ku “Me nexwest hatina wê biçe ji PKK’ê re”, him mesele berevajî kir û him jî li xwe mikur hat. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku di sala 2018’an de ji zeytûnên Efrînê yên hatine talankirin Tirkiyeyê 70 hezar ton zeyt çêkiriye.

Konseya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk diyar kir ku îsal adana di çandiniyê de kêm e, di sala 2019’an de 100 hezar ton zeytûn hatiye çinîn û 90 hezar tonê wê çeteyan biriye Tirkiyeyê.

LI HATAYÊ DERIYÊ TALANÊ HATE AVAKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyan re peymanek çêkir û ji bo talana zeytûnan diyar kir ku wê li Cindirêsê deriyekî sînor ava bike. Piştî peymana talanê ev derî hate avakirin. Darên zeytûnan ên sed salî bi kepçeyan ji cihê wê hate rakirin û ‘Deriyê Sînor ê Çiqlê Zeytûnê’ yê di navbera Efrîn û Hatayê de di 8’ê Adara 2019’an de hate vekirin. Ev derî ji bo talankirina zeytûn û berhemên Efrînê hate vekirin.

Ev derî ji bo revandina berhemên dîrokî jî tê bikaranîn. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze berhemên li Efrînê bazara berhemên Tirkan ava bike. Dewleta Tirk çend roj berê diyar kir ku bêyî ku tu astengî were çêkirin piştî 6’ê Çileya 2020’an sewqiyata li herêma Efrînê êdî serbest e.

HERÎ KÊM 6 HEZAR SIVÎL HATIN REVANDIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji 20’ê Çileya 2018’an û heta niha, dewleta Tirk û çeteyên wê herî kêm 6000 hezar kes revandiye, êşkenceyên giran li 700 kesan kiriye û hê jî aqûbeta 3300 kesan ne diyar e.

Li Efrînê herî kêm 500 kes jî ji bo fîdyeyê hatin revandin. Gelek kes ji ber tirsê vê meseleya fîdyeyê veşartin. Çete ji 3 hezaran heta 100 hezar dolaran fîdyeyê dixwazin. Piştî ku kes tên berdan vê carê komên din ên çeteyan tên van kesan dîsa ji bo fîdyeyê direvînin.

Xelîl Mustafa Şêxo û Mûstafa Cîbîlî salek berê ji aliyê koma Sultan Suleyman Şah hatibûn revandin, piştî ku 20 rojan êsîr man, beramberî hezar dolaran serbest hate berdan. 3 mehê berê dîsa polîsên leşkerî ew revand û bi şertê ku fîdyeyê bide serbest hate berdan. Li gorî agahiyên ku me wergirtiye ji ber êşkenceya çeteyan reviyaye Tirkiyeyê.

Xoşnav Bekir Mûhammed jî 6 meh berê li gundê Mêraniya Jêr ji aliyê koma Lîwa Vaqqas hatibû revandin û piştî ku 3 hezar dolar dabû, serbest hatibû berdan. Piştî serbest hate berdan polîsên leşkerî yên li Cindîrêsê ew revand û 4 mehan di zindanê de ma.2 meh berê 4 hezar dolar da û serbest hate berdan.

HER DER BÛYE ZINDAN

Piştî dagirkeriyê bajar bûye navenda zindan û êşkenceyê. Qatên jêr ên gelek mal û dibistanan bûye zindan. Ji xeynî girtîgehên dewleta Tirk û MÎT’ê, çeteyan jî zindanên xwe ava kiriye. Di van zindanan de êşkence, zext û êrîşên giran li Kurdan hate kirin.

-Beşeke dibistana Ezher a Efrînê ji aliyê îstîxbarata Tirk wekî êşkencexane tê bikaranîn.

-Dibistana Karama ya li Efrînê bûye navenda destgîrkirin û êşkenceyê.

-Hin wîllayên li gundê Kurtekê bûne navenda destgîrkirin û êşkenceyê.

-Girtîgeha Maratê ya kevn û nû bûye zindana kesên tên revandin û fîdye ji malbatên wan tê xwestin. Ev zindan di destê çeteyên El Hamzatê de ye.

-Li girtîgeha El Maasara (Saco) ya Eniya Şamê nêzî 600 Kurd hene. Li vê derê êşkenceyên giran li hêsîran dikin û destûrê nadin ku girtî malbatên xwe bibînin.

-Kurdên ku tespît dikin berê di saziyên leşkerî, siyasî, asayîşa Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bûne, wan dibin girtîgeha li Raiyê. Ev zindan girêdayî MÎT û artêşa Tirk a dagirker de ye. Li vê derê êşkenceyên giran tê kirin.

KOMKUJIYA SIRÛŞTÎ

Ji 20'ê Çile û vir ve ku êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê dest pê kiriye, ji ber bombebaranên dewleta Tirk gelek zevî û daristan hatin şewitandin, bi talana çetayan 100 hezar dar hatin birîn. Li gorî daneyên rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ev dikarin werin gotin:

''-2180 hezar donim zevî hatin şewitandin û her wiha ji 10 hezaran zêdetir darên zeytûnan hatin şewitandin.

-Çeteyan her wiha ji 450 hezarî zêdetir darên zeytûnan û hwd. jê kirin da ku wan bifiroşin.

-Di nav van de ji 300 hezarî zêdetir darên pîr hebûn ku ev kêm peyda dibûn û her wiha 15 hezar darên mazî jî hatin şewitandin.

64 DIBISTAN BI TEMAMÎ HATIN HILWEŞANDIN, 52 HEZAR XWENDA JI PERWERDEHIYÊ BÛN

Li Efrînê beriya dagirkirinê bi tevahî 318 dibistan hebûn.

Li dibistanên seretayî 42 hezar, li dibistana navîn 9 hezar, li lîseyê 550 hezar û li zanîngehê 450 hezar bi tevahî 52 hezar xwendekar perwerde dibûn. Bi êrîşên dagirker re xwendekar ji perwerdehiyê bêpar man.

Dema êrîşên dagirker ên Tirk 86 dibistan bûne hedef û ji van 64 jê bi temamî hatin rûxandin.

JI 28 HEZARAN ZÊDETIR BERHEMÊN DÎROKÎ REVANDIN TIRKIYÊ

Dewleta Tirk dema êrîşên dagirker hin mekanên dîrokî da ber bombeyan û gelekên ji wan hilweşandin. Her wiha bi mekînên giran ên kar gelek mekanên dîrokî kolan, bi hezaran berhemên dîrokî hatin dizîn û birin Tirkiyê.

Tîrmeha 2019'an Hevserokê Midûrê Arkeolojiyê yê Kantona Efrînê Hamîd Nasir got dewleta Tirk nîvê Tîrmeha 2019'an 16 hezar berhemên dîrokî dizîne û gelekên ji van firotine mûzeyên Tirkiyê. Nasir got wan ziyana ku dewleta Tirk a li ser mekanên dîrokî belge kirine û ji bo ku werin di cih de çavdêriyê bikin bang li komîteya navnetewî kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê dawiya Tîrmeha 2019'an dewleta Tirk û çeteyên wê li 42 cihên dîrokî, Gir û mekanên pîroz li gencîneyan geriyane û ev der kavil kirine. 20 hezar berhemên dîrokî yên li van deran dizîne û birine derveyî welat û firotine.

Li gel banga Nasir û rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî saziyên navnetewî li bara talankirina Efrînê bêdeng mane û talan û kolandinên li cihên dîrokî yên li Efrînê berdewam kir.

MEKANÊN DÎROKÎ YÊN KU LI TALANA WAN DANE Û ZIYAN DANE WAN

Li gorî rapor Mafê Mirovan a Efrînê cihên dîrokî û dînî ku di lîsteya UNESCO'yê de ne û li talana wan dane û ziyana dane wiha wiha ne:

''Perestgeha Eyn Dara, Keleha Hûriyan a li Şerayê, Tirba Şêx Hemîd a li Qestel Cindo a Êzîdiyan, Tirba Baflûnê ya Êzîdiyan a li Şerayê, Tirba Qere Curên a Şera, Tirba Şînka, Tirba şêx Henan ku Nûrîr Dersimî û hevjîna xwe yên li Şerayê, Tirba Saraqizê ya li gundê Xelnêrê, Tirba Şêx Evdilreheman a li gundê Kanî Gewrkê ya Cindirêsê, goristana gundê Îska, şanoya antîk a ji serdema Huriyan mayî ya li Şerayê, Girê Dêr Siwanê, Girê Ereb Şêxo, Girê Kefer Rome yên li Şerayê, Girên li Çiyayê Parsexatûnê, Omera û yên li gundên Bereva, Qîbarê, Stêr, kevirekî dîrokê yê li gundê Hemanê yê Cindirêsê, gundê Elbîskê yê Reco, bîrên dîrokî yên gundên Kora, Girê Meydan Ekbes, cihên dîrokên yên Sîdankê, bîra Elotê yê gundê Kora yên Cindirêsê, Tirba Şêxmûs a li gundê Gewinda, Girê Sêmalka yên Reco, xirbeyên gundê Çobana, xirbeyên gundê Qurbê, Girê dîrokî yên Cindirêsê, xirbeyên Xeraba Reza yên gundê Turmîşê, Girê Ziravkê yên Şiyê, xirbeyên Ereba yên Mabeta, Girê Eyn Hecerê yê Efrîn navendê, Gir Kitil, Gir Durumiyê, Girê Gemrûkê yên Mabeta, Tirba Yexmûr Dada, Gir Ebîdanê yên Bilbilê, Gir Beradyê, xirbeyên Kîmarê, xirbeyên Birc Evdalo û şikefta Duderî yên Şêrewa.''

DIBISTAN KIRIN BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Dewleta Tirk ku 18'ê Adara 2018'an Efrîn dagir kirî, piraniya dibistanên li Efrînê kire baregeha leşkerî. Dibistanên li Efrînê kirine baregehên leşkerî wiha ne:

''-Dibistaneke li Cindirêsê kirine nexweşxaneya leşkerî.

-Dibistana Şehîd Azîme ya li Efrîn navendê bûye naevnda leşkerî û çeteyên ''Artêşa Millî'' li vir perwerde dibin.

-''Dibistana Ezhar a li Efrînê kirine navenda îstîxbaratê. Her wiha li vê dibistanê zindaneke veşartî jî heye.

-Akademiya Zimanê Kurdî ya Viyan Amera bûye baregeha leşkerî.

-Dibistana Îttîhat El Erebî kirine baregeheke leşkerî.

-Dibistana Şehîd Cegerxwîn kirine navenda komando ya dewleta Tirk.

Dibistana Îtîhad el Erebî ya li Efrînê niha kirine baregeha leşekerî.

-Dibistana ticarî bûye navenda polîsan.

-Dibistana Çandiniyê kirine navenda meclîsa Efrînê ya ku dewleta Tirk ava kiriye.

-Dibistana Esdîqaa bûye navenda çeteyên Ehrar Şarqiye.

-Her wiha dema ku Efrîn hatî dagikriin hemû kelûpêlên dibistana Sinayiyê hatin talankirin.''