Du çeteyên ku ji Serêkaniyê reviyan xwe radestî QSD’ê kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) balkişand li ser lihevnekirina di navbera komên çete yên dewleta Tirk û diyar kir ku du çeteyên ku ji Serêkaniyê reviyabûn xwe radestî hêzên QSD’ê kirine.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got; “Piştî ku dewleta Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir, di nava komên çeteyan de ji ber berjewendiyan nelihevkirinek heye.”

QSD’ê bi domdarî got; “Ev çeteyên ku gelek ji wan paşmayên DAİŞ’ê ne û ji bo mirovahiyê gef in tenê girêdayî berjewendiyên madî ne û ti girêdana wan bi nirxên mirovahiyê ve ne mane. Ji ber nelihevkirin û pirsgirêkên di nava wan de endamên çete yên bi navê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed D’îlbûl di dîrokên cûda de ji Serêkaniyê reviyan û xwe radestî hêzên me kirin.

Ji van çeteyan Aras Mihemed Îsa Hec Elî ji Diresiyê beşdarî dagirkirian Serêkaniyê bûye. Mihemed Xêr Mihemed De’îbûl jî beşdarî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê bûye. Li aliyê din jî di nava komên çete yên bi navê Lîwa El Tewhîd, El-Cehbe El-Şamiye, Cebhet El-Nûsra, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam de cih girtîne.”