Dr. Naîsse: Divê Ereb piştgiriyê bidin PKK'ê

Koordînatorê Giştî yê Tevgera Çep a Sûriyeyê Dr. Ghayath Naîsse anî ziman, ku ew piştgiriyê dide PKK'ê, ji ber ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide û gelan diparêze. Bang li her kesî jî kir ku piştgiriyê bidin PKK'ê.

Koordînatorê Giştî yê Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyeyê Dr. Ghayath Naîsse li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bandora vê yekê li cîhana Ereban ji ANF'ê re axivî.

Dr. Ghayath Naîsse diyar kir ku bahaneyên dewleta Tirk ji bo êrişan bi kar tîne rast nîne û got, "Dema ku ji aliyê hiqûqî, siyasî û exlaqî ve tê nirxandin êriş nerewa û neheq e. Dewleta Tirk bi vê siyaseta xwe re dixwaze ji rewşa heyî ya li cîhanê û herêmê sûdê werbigire û dixwaze îradeya gelê Kurd ê azadîxwaz bişikîne. Êriş ne tenê li dijî Kukrdan e. Dewleta Tirk ketiye nava xaka Sûriyeyê û li ber destketiyên Ereban ên li Sûriyeyê jî radibe. Xaka Iraqê ya ji gelek pêkhateyan jî dagir kiriye."

DIVÊ PARTIYÊN IRAQ Û SÛRIYEYÊ LI BER RABIN

Dr. Naîsse bang li partiyên din ên li Iraqê û Sûriyeyê kir ku bi her awayî li dijî êrişên dagirkeriyê têbikoşin û got, "Nabe ku mirov li hemberî van êrişan û vê dijminatiyê bêdeng bimîne. Ji kîjan aliyê siyasî, gel û baweriyan dibe bila bibe divê mirov li ber van êrişan rabin."

HELWESTA LAWAZ A CÎHANA EREBAN

Dr. Ghayath Naîsse diyar kir ku cîhana Ereb li pêşberî rewşa herêmê xemsar e, ev helwest di nava Yekîtiya Ereb de jî tê dîtin û got, "Tevî lêgerîna welatên Ereb ên mîna Misirê jî Yekîtiya Ereb di vê demê de gelekî lawaz e. Welatên din divê li dijî dewleta Tirk rabin ser piyan û berjewendiyên xwe biparêzin. Rêveberên Yekîtiya Ereb bi helwesta xwe ya xemsariyê rê didin armanca dewleta Tirk. Iraq ku welatekî endamê Yekîtiya Ereb e, di vê mijarê de xwedî helwesteke lawaz e. Ji bo berjewendiyên gel naxebite, xak û sînorên xwe naparêze."

DEWLETA TIRK LI SÛRIYEYÊ DAGIRKER E

Dr. Ghayath Naîsse destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê dagirkerî ye û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk hewl dide hîn bêhtir xaka Sûriyeyê dagir bike. Piştgiriyê ji yên ketine nava xaka Sûriyeyê werdigire. Di vê mijarê de li hev kirine, bi hev re tevdigerin. Tevî ku DYE hebûna xwe ya leşkerî li Iraq û Sûriyeyê dewam dike, li pêşberî êrişên hewayî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê, li pêşberî kuştina mirovan çima tiştekî nake? Tevî ku li wê herêmê ewqas tişt diqewimin ne xema welatên herêmê ye. Tiştekî ku hêzên derve ji bo gelê herêmê bike nîne."

ÇEKA ME YEKÎTIYA ME YE

Dr. Naîsse destnîşan kir ku êriş tenê bi yekîtiya gelan dikare bê têkbirin û got, "Ji bilî gelê me ne piştgiriya me ne jî dostê me heye. Em Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Ti hikumetê piştgirî nedane me. Piştgiriya me ya yekane hêzên demokratîk ên azad e. Li dijî dagirkeran divê em wêrek bin. Yekîtiya me, tifaqa me, têkoşîna gelên Kurd-Ereb divê em bînin ziman. Têkoşîn û yekîtî çeka me ye. Armanca me ya stratejîk e. Divê em giraniyê bidin ser vê, bixebitin û heta serketinê vî karê xwe dewam bikin."

PKK TEVAHIYA HERÊMÊ DIPARÊZE

Dr. Naîsse ragihand ku ew piştgiriyê dide PKK'ê ku gelê herêmê diparêze û got, "Weke Erebekî û sosyalîstekî piştgiriyê didim PKK'ê. Ev partî gelê Kurd û gelên herêmê diparêze. Li dijî dijminên Kurdan mafê parastina rewa bi cih tîne. Bang li çepgirên Ereb, demokrat û azadîxwazan dikim; heman helwestê nîşan bidin û piştgiriyê bidin vê partiyê."