BI DÎMEN

‘Divê WHO bi rola xwe ya parastina xweza û mirovan rabe’

Bijîşk Mihemed Mislim, bi wesîleya 7’ê Nîsanê roja Tenduristî ya Cîhanê bang li WHO û saziyên peywendîdar kir ku bi erka xwe rabin û ji bo parastina xweza, mirov û lawiran bikevin nava hewldanê.

Di 7’ê Nîsana 1948`an de ji aliyê Rêxistina Tenduristî a Cîhanê (WHO) ev roj weke roja tenduristiya Cîhanî hat diyarkirin. Ji wê rojê û heta îro 7`ê Nîsanê bûye roja Tenduristiyê. Armanca vê rojê parastina ekolojî, av, mirov û lawira ne.

Bi wesîleya Roja Tenduristî ya Cîhanê Bijîşkê beşa hundirîn Mihemed Mislim, li ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gerîlayên azadiyê û qirkirina xwezayê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  a li Girava Îmraliyê ji ANF`ê re axivî. 

Mislim, da zanîn ku Rêxistina Tenduristî ev roj dane avakirin, lê tam bi rol û misyonên ku ji bo wê hatiye avakirin ranabe û got, "Rêber Apo li girava Îmraliyê di nava şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyê dike. Weke her kes dizane ku Rêber Apo ji aliyê tenduristî ve di sîngê wî de asta iltîhabê bilinde. Ji ber xwînaviya li giravê rewşa kesên ku di sing de nexweşiyên bêhntengî hebin, xerabtir dibe. Ji ber vê sedemê em jî ji rewşa Rêberê xwe bi guman in. Rêberê me di girava Îmraliyê de û bi guhertina werzan re, rewşa xwe ya iltîhabê bilindtir dibe. Lê li hemberî van kiryarên tecrîdê jî ew saziyên ku divê bi rola xwe rabin xwe bêdeng dikin." 

Mislim, destnîşan kir ku li çiyayên Kurdistanê jî çekên qedexekirî li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurd tê bikar anîn û wiha domand, “Ev çekên qedexekirî hem zerarek mezin dide mirov hem jî dide xwezayê. Çeka kîmyawî dema ku tê bikaranîn, li wê herêmê nebat şîn nabe heta salên dirêj û her wiha çi li wir hebe dikuje. Her tişt tune dibe, li şûna wê şaneyên penceşêrê derbasî wan nebatan dibe, lê ger mirov an jî lawir ji wan fêkiyan bixwe, nexweş dikevin û ew nexweşî li nava civakê û xwezayê belav dibin. Lê dewleta Tirk jî bi van êrîşên xwe hem dibê dijminê xwezayê hem jî ya mirovahiyê.”

Mislim, di dawiyê de jî bang li saziyên peywendîdar kir ku bi erka xwe rabin û ji bo dawiya li vê qirkirina mirov, xweza û lawiran bê anîn bikevin tevgerê.