‘Divê ji bo Rêber Apo em bêtir çalak bin’

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re a Sûriyeyê bang kir ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd çalakiyan li dar bixin.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re a Sûriyeyê îro daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî, tê de bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) kir ku vê cezayê “neqanûnî û dîktatorî” ya li dijî Rêber Ocalan rake.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

"Ji dema damezirandina Komara Tirkiyê ve û heta roja îro li ser bingeha yek reng, yek al, yek netewe û yek ziman dimeşe.

Ji ber vê yekê şerê hemû çand û pêkhateyên herêmê kir û li dijî gelên resen wekî Kurd, Ermen, Aşûr, Suryan, Yewnan, Bulgar, Çerkez, Laz û hwd qirkirin pêk anîn.

Di encama siyasetên wê yên qirkirin û asîmîlasyonê de, her çendî hin serkeftin bi dest xistinbin jî lê belê Tirkiye xist nava şerên domdar û krîzên kûr ên sed sal in zêdetir hîna jî dewam dikin.

Tişta ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne, siyaseteke faşîst û dîktator e û encama wê zihniyetê ye. Cezayê dawîn yê Dadgeha Bilind ê qedexekirina hevdîtina Rêbertî bi parêzeran re heta 6 mehan, raya giştî ya Kurdistanî û navneteweyî matmayî hişt.

Ev ceza li dijî biryar û rêgezên Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE), her wiha li dijî biryarên Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) ye. Cezayê dadgeha Tirkiyeyê a qedexekirina hevdîtinên Rêbertî bi malbatê û parêzeran re, dê pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Tirkiyê zêdetir bike. Ev jî îspat dike ku bilindkirina têkoşînê di hemû qadan de yekane rêya avêtina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji ser hikumê ye."

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re a Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û CPT kir ku ji bo betalkirina vî cezayê “neqanûnî û dîktatorî” ya li dijî Rêber Ocalan tavilê dest bi çalakiyan bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di 13'ê Nîsanê de cezayê qedexekirina hevdîtinên Rêbertî bi parêzeran re ji bo 6 mehan dabû, derbarê sedema vê cezayê de tu agahî ji parêzeran re nehatin dayîn.

Li gorî daxuyaniyeke berê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 11 salên dawîn de, tenê 5 hevdîtin bi parêzeran re hatine kirin ew jî sala 2019’an di nava 4 mehan de pêk hatibûn. Hevdîtina bi parêzeran re ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve û ji 3'ê Adara 2020'an ve û heta niha hevdîtina bi malbatan re nehatiye kirin.