Yekîtiyê daxwaz ji hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku hewlesta xwe diyar bikin.
Bi sedan Efrînî û Êzdidî yên ji gundê Til Sosin û Kampa Serdema li hev kom bûn, êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin.
Welatiyên Efrînî û Êzidî bi daxuyaniyekê qetilkirina endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Êzidiyên Şengalê Zekî Şenalî (Îsmaîl Ozden) şermezar kirin.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan Mustefa Elî û rêvebera Yekîtiya Jinên Êzidî Eyşe Cafo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bi navê Yekitiya Êzidiyan li Efrînê êrîşa Erdogan a li dijî axa Şengalê hate şermezarkirin.
Yekîtiya Êzidiyan got piştî destwerdana Yekîneyên Parastina Gel, civaka Êzidî ji qirkirina DAIŞ`ê hate xelaskirin û DAIŞ li Şengalê tine bû û wiha hate gotin: ʺLê sûltanê Osmanî Erdogan bi balafiran êrîşî axa Şengalê ya birîndar kir û cihên pîroz ên Êzidiyan rûxandin, da ku hebûna Kurdan a bi hezaran salan ji holê rake.ʺ
Yekîtiya Êzidiyan di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku hedefkirina Zekî Şengalî hedefkirina sembola berxwedana Şengalê ye û wiha dewam kir: ʺŞehîd Zekî jiyana xwe di oxira xizmeta gelê xwe û doza wî de û bi taybet civaka Êzidî de feda kir.ʺ
Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê ji hikûmeta Iraqê û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê xwest ku helwesta xwe di derbarê vê êrîşa li ser civaka Êzidî de zelal bikin.