‘Divê berpirs hesab bidin’

Xizmên kesên ku di êrîşa bombeyi ya SÎHA ya li gundê Qiriniful a dewleta Tirk saetên şevê de pêk anî bû şehîd û birîndar bûbûn, anî ziman ku divê dewleta Tirk a dagirker a  qetlîam pêk anî hesab jê bê xwestin.

Dewleta Tirk a dagirker şevê din bi balafirên kefşê li gundê Qirinfula Jor ê 24 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî komkujiyeke li dijî malbatekê pêk anî. Di encamê de ji malbatekê 2 kes şehîd bûn û 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Ji malbata Mehmûd Elî Pîre 4 kes li gel kurê metika wan Hecî Ehmed, bi wesayîtê ji gundê Salokê berê xwe dane gundê Qirinfilê da ku hin pêdiviyan û jenatorê xwe ji wir bînin bûn hedefa balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker.

Di encama bombebarana balafirê de Nîzam Mehmûd Elî Pîre û Hecî Ehmed şehîd bûn û 2 xuşikên Nîzam, Newroz û Roksan ku mamoste bûn û birayekî wan ê bi navê Mihemed bi giranî birîndar bûn.

Xizmên malbatê tevî zehmetiyan qurbanî rakirin, birîndar birin nexweşxaneya Kobanê ji ber rewşa wan a giran rakirin nexweşxaneya Minbicê û cenazeyên ku hetibûn şewitandin jî rakirin navçerya Çelebiyê. Vê sibehê hedu cenaze li gundê Salokê ya rojavayê navçeya Eyn Îsa hatin veşartin.

Merwan Elî Pîrê birayê Nîzan Pîrê li ser mijarê ji ANHA`yê re got: “Dagirkeriya dewleta Tirk birayekî min qetil kir û du xuşik û birayekî min jî birîndar kirin. Guneha wan çi ye da ku bibin qurbaniyên hovîtiya Erdogan. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî û Rûsya dikim ku ji Tirkiyê hesab bipirsin û mafê me ji sûcdaran bistînin.”

Merwan bi domdarî got: “Cîhan dibîne ku çi rû dide, Tirkiyê birayên min ên sivîl qetil kirin û derdikeve dibêje; ‘min terorîst kuştin’, birayên min ne terorîst in ew sivîl in û ji jiyanê hez dikirin. Xuşikên min jî mamosteyê dibistanê bûn zarok fêr dikirin. Niha xuşikeka min lingê wê hate birîn.‘‘

Di dîmenên ji cihê bomberdûmanê hatin parvekirin de, bi vekirî dixuyê ku raste rast wesayît hatiye hedefkirin û bombe barankirin.