Dîmenên şervanên QSD’ê ya li Girê Qestel Cindo yê

Navenda Çapemeniya QSD’ê, bi dîmenekê derewên artêşa Tirk a dagirker vala derdixe, parve kir.

Artêşa Tirk a bi êrîşa li ser Efrînê re li rastî berxwedaneke ku ne li bendê bû hat, ji bo şikestina xwe ya li hemberî şervanên QSD’ê veşêre, dest bi şerê pîskolojîk ê qirêj kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker ku ev çend roj in îdîa dikin Girê Qestel Cindo yê dikeve navçeya Şera ya Efrînê ‘xistine dest’ bi şerê çapemeniya taybet, raya giştî dixapîne û dixwaze serkeftina sexte bide pêş.

Navenda Çapemeniya QSD’ê, bi dîmenekê dezenformasyona ku artêşa Tirk a dagirker ava kirî, parve kir. Dîmenê ku li Girê Qestel Cindo hatî kişandin, di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya hefteyek li pey xwe hişt de serî li rêbazên direw ên serkeftinê dane, radixe berçavan.

Navenda QSD’ê di daxuyaniyê de ev tişt got:

″Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên dagirkeriyê yên li dijî gelê Efrînê re hemwext îdîayên derew belav dike. Di dezgehên ragihandinê yên Tirkiyê de careke din îdîaya ″Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê Qestelê girtin″ hat belavkirin. Ev îdîa derew e.

Ragihandina Tirk van îdîayên derew belav dike, da binketinên Artêşa dagirker û çeteyên wê li hember berxwedana şervanên QSD′ê veşêre.

Dîmena ku li ser malpera me hatiye belavkirin, îro beriya ku roj biçe ava bi çend saetan hat kişandin. Di dîmen de tê xuyakirin ku hêzên me herêmê diparêzin û li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.

Wek Navenda Ragihandinê ya QSD′ê, em dibêjin Artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin bi hêsanî girê Qestelê bigirin, ev dîmen îsbata vê yekê ye.″