Dîmenê çalakiya ku 5 leşker lê hatin cezakirin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Îlonê ya li Heftanînê weşand, ku 5 leşkerên Tirk lê hatin cezakirin.

Di dîmen de xuya dike ku çepera leşkerên Tirk a li ser gir tên îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha di daxuyaniyê de li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Di 17'ê Îlonê de saet 18:00 li Girê Kato Sulê yê qada Bektorya ya herêma Heftanînê, çepereke artêşa Tirk a dagirker bû hedefa hêzên me. Di encamê de çeper hate îmhakirin, 5 leşker hatin cezakirin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya helîkopterên Kobra leşkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn bi helîkopterên Skorsky ji herêmê birin."