'Di vê dema dîrokî de pêwîstî bi yekîtiyê heye'

Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir ku gelê Kurd dikin qurbanê berjewendiyên hêzên navneteweyî.

Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku ev êrişên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin dewama projeyên DAÎŞ'ê ne.

Emîne Osê diyar kir dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê bi heman mejiyê DAÎŞ'ê êriş dike û got, "Li dijî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser civaka Êzidî nerazîbûnek hebû. Heman êriş û komkujî niha ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Divê raya giştî ya navneteweyî li pêşberî vê yekê hestiyar be. Bêguman ev pêvajo ji bo me xerîb e. Dewleta Tirk dixwaze xeyala xwe ya dagirkirina xaka Rojhilata Navîn pêk bîne.

Li Sûriyeyê pêvajoyeke heye ku 9 sal in dewam dike. Dewleta Tirk piştî ku Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê dagir kir, bi leşker û çeteyên xwe herêm dagir kir. Eger hêzên navneteweyî di vê mijarê de bi rengekî eşkere tevbigerin û komîsyoneke lêkoşînkirina kiryarên dewleta Tirk ava bikin, hingî wê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin. Raperîna gel a herî dawî ya li Girê Spî nîşaneya kiryarên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ye, nîşaneya sûcê şer e. Kiryarên li dijî jinan, destavêtin, destdirêjî, revandin, talan, her roj bi hezaran sûcên wiha tên kirin. Tevî ku belgeyên xwe yên berçav hene jî ti ji saziyên navneteweyî yan jî mirovî nerazîbûn nîşan nedane."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JI KIRYARÊN DEWLETA TIRK ÊN LI HERÊMÊ BERPIRSYAR IN'

Emîne Osê êşkenceya ku li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin li bedena jinên hatine kuştin kirin bi bîr xist û got, "Cenazeyên jinên hatine kuştin bi rengekî tazî hatin nîşandan. Diviyabû li hemberî vê yekê qiyamet hatibû rakirin. Lê belê bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, bêdengiya rêxistinên jinan ên navneteweyî, kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wan rewa dike. Li ser herêmê ambargoyeke giran heye. Her kes baş zane ku rêveberiya xweser ji bo bersivdana pêwîstiyên vî gelî gelekî hewl dide.

Lê belê mîna ku ewqas êriş, talan, komkujî, ambargo têrê nake, vê carê jî dewleta Tirk êrişê dibe ser zeviyên ceh û genim ên gel. Ev yek sûcekî cuda ye. Mixabin heta niha hêzên navneteweyî bi taybetî yên li herêmê nerazîbûnek nîşan nedane. Ji kiryarên diqewimin ev hêz hemû berpirsyar in."

Emîne Osê diyar kir ku hêzên navneteweyî êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê pejirandine û got, "Jİ ber vê yekê jî pêwîste tavilê yekîtiya Kurdan pêk were. Çarenûsa Kurdan û paşeroja wan qurbanî berjewendiyên wan ên li herêmê tê kirin. Ji bo nebin qurbanê berjewendiyên wan divê Kurd xwedî rêxistinbûneke biryardanê bin. Ev pêvajo pêvajoyeke dîrokî ye û di pêvajoya dîrokî de jî helwesta bi rengê yekîtiyê wê mirovan biparêze. Pêwîstiye gel bi sîstema xwe heye. Rewşa parçebûyî dibe sedem ku bazarî li ser bê kirin. Ji bo berjewendiyên xwe yên li Idlib û Lîbyayê wê kuştina te ji nedîtî ve bên. Jİ ber vê yekê divê em Kurd li pêşberî vê yekê hay ji xwe hebin û bi berpirsyarî tevbigerin."