Di topbarana li ser Kobanê de 2 sivîl birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên rojavayê kantona Kobanê de, 2 sivîl birînda bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bajarokê Şiyûx ê dikever rojavayê Kobanê topbaran kir. Di topbaranê de 2 sivîl birîndar bûn.

Topbarana li herêmê dewam dike.

Artêşa Tirk a ji Cerablûs a dagirkirî 4 roj in rojavayê Kantona Kobanê dide ber topan.