BI DÎMEN

Di ser komkujiya li Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal derbas bûn

Êrîşa ku DAÎŞ'ê di 11'ê Adarê de bir ser Şaredariya Gel a Qamişloyê 10 sal li pey xwe hişt. Hevşaredara wê demê Sema Bektaş qala wê rojê kir; Endamê Komîteya Ekolojiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê Mesût Yûsûf jî qala karên 2023'an kir.

KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an amadekarî dikir, lê çeteyên DAÎŞ'ê di 11'ê Adara 2014'an de êrîş birin ser avahiya şaredariyê. Di encama êrîşê de Cîhan Ferhan Mûrad, Aleaddîn Ebid El Îlah Osman, Emîne Mihemed Bîlal, Rewşen Mihemed Zekî Îbrahîm, Awaz Mehmûd Mihemed, Fehed Ebdilezîz Osman, Helepçe Taha Xdelîl, Îbrahîm Melîk Ezîz, Mûsa Azad Mûsa û Elî Xelef Silêman şehîd bûn. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya vê êrîşê li xwe girt ku di encamê de 10 mirov hatin qetilkirin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê ku yek ji destketiyên girîng ên Şoreşa Rojava ye, di Gulana 2013'an de kete meriyetê. Xelkê herêma Cizîrê di 21'ê Çileya 2014'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand. 'Komîteya Şaredariyan û Rêveberiya Xwecihî' ya Rêveberiyên Xweser weke hîmekî bingehîn ê vê sîstemê bû. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re êrîş li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê hate kirin. Komkujî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate kirin.

TECRÛBEYA DESTPÊKÊ YA ŞAREDARIYÊ

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bektaş ku hevşaredara wê demê bû, di dema komkujiya li Şaredariya Gel a Qamişloyê de birîndar bû.

Sema Bektaş şehîdên komkujiyê bi bîr anî û qala wê demê kir, "Şaredariyên gel ku yek ji saziyên destpêkê yên şoreşê bûn, beriya ragihandina R3eveberiya Xweser jî xizmeteke çalak pêşkêşî gel dikirin. Şaredarî di her qada jiyanê de hebûn, bi rola Rêveberiya Xweser radibûn. Saziya şaredariyê ya destpêkê xwe bi rêxistin kir Şaredariya Gel a Qamişloyê bû. Di navbera salên 2012 û 2014'an de têkiliyên xwe ava kir. Wê demê em bi şaredariyên li Bakurê Kurdistanê re di nava diyalogê de bûn. Ji Şaredariya Gel a Qamişloyê şandeyek ji bo vegotina kar û modela xwe ya şaredariyê tevlî konferansên li Amed û Enqereyê bûbû. Ji ber ku saziyek beriya ragihandina Rêveberiya Xweser bû, di nava gel de bi bandor bû û li derveyî herêmê jî bal dikişand. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser saziya destpêkê bû ku bû hedef. Di sala 2014'an de em gihîştin wê astê ku qanûnên şaredariyê amade bikin."

ÊRÎŞ DI DEMA AMADEKARIYA BÎRANÎNA 12'Ê ADARÊ DE PÊK HAT

Sema Bektaş ragihand ku beriya êrîşa DAÎŞ'ê li Şaredariya Gel a Qamişloyê gelek kes hebûn û got, "Kesên li şaredariyê ew kes bûn ku di damezrandina şaredariyê de amade bûn. Di encama vê êrîşê de 5 jin, 5 mêr bi giştî 10 kes şehîd bûn. 8 jê kedkarên Şaredariya Gel a Qamişloyê, yek jî Awaz bû ku ji bo li şaredariyê bixebite serlêdan kiribû û yê din jî hevalekî hatibû serdanê bû. Beriya êrîşê, ji bo amadekariyên bîranîna Serhildana Qamişloyê ya 12'ê Adarê em li hev kom bûbûn. Hevalên ku di wê êrîşê de şehîd bûn, beriya êrîşê pêşniyar kiribûn ku ji bo bîranîna şehîdan şitil bêne çandin û li gorî atmosfera serhildanê amadekarî bêne kirin. Saet di 10:45'an de me dengê teqîneke mezin bihîst. Me fêhm nekir bê çi qewimî ye. Tenê dengê teqînê hat. Em derketin derve, em li êrîşkarekî rast hat. Bi bombeyê êrîş kir û piştre em li cihê ku jê hatin vegeriyan. Şehîd Fehed dema ku dixwest êrîşkar bigire, êrîşkarê endamê DAÎŞ'ê xwe teqand û hevalê Fehed bi vî rengî şehîd bû.

Gelek hevalên me di vê êrîşê de birîndar bûn. Ez û hevalên min me xwe ji şaneşînê avêtin û birîndar bûn. DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Piştî êrîşê me kêliya êrîşê ji dîmenê kamera temaşe kirin. Êrîşkar 2 kes bûn û ji aliyê kesekî ve dihatin kontrolkirin. Herdu DAÎŞ'î jî di navbera 15-16 salî de bûn. Tevî bedena wan a bi mayinan pêçandî her wiha bi çek bûn. Destpêkê hêzên ewlekariyê yên şaredariyê şehîd xistin. Li ser pêlikan li kê rast hatin, li wan reşandin. Piştre jî ode teqandin. Dawiya dawî jî xwe teqandin. Şehîd Helepçe, Emîne û Rewşen li odeya maliyeyê bûn. Êrîşkarê DAÎŞ'î ket odeya wan û xwe teqand, 3 heval bi vî rengî şehîd bûn. Şehîd Awaz ji bo li şaredariyê bixebite hatibû serlêdanê bike, li ser pêlikan şehîd ket."

ŞAREDARIYA GEL A QAMIŞLOYÊ MODELEK BÛ

Sema Bektaş diyar kir ku xebatên Şaredariya Gel a Qamişloyê wê demê modelek bû, ji ber vê yekê jî DAÎŞ'ê êrîş bir ser û got, "Piştî vê bûyerê em li ser fikirîn bê çawa biçin avahiya şaredariyê. Hevalên me yên kar li wê avahiyê şehîd ketibûn. Gelek eşyayên hevalên şehîd li erdê bûn, avahî xerabû bû. Lê belê me hestên xwe danîn aliyekî. Bi fikrê ku bidin ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd, bi hevalên şaredariyê yên mayî em çûn avahiyê, me jinûve karê xwe dewam kir. Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo bajarên din ên herêmê modeleke me ya destpêkê ya şaredariyê bû. Xebatkarên şaredariyê êdî tecrûbeyên xwe ji bajarên din re radigihandin. Heta niha Şaredariya Gel a Qamişloyê bênavber xizmetê ji gel re dike."

ÊRÎŞ LI SER HÎMÊ ESASÎ YÊ DEMOKRASIYÊ HATE KIRIN

Endamê Komîteya Ekolojiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê Mesût Yûsûf jî anî ziman ku bi destpêkirina şoreşê re wan Şaredariya Gel a Qamişloyê bi lez bi rêxistin kriin û got, "DAÎŞ'ê dît ku sîstema me ya şaredariyê ku hîmê bingehîn ê demokrasiyê ye xurt dibe, lewma êrîş bir ser şaredariyê. Lê belê bi vê êrîşê re nekarî îradeya gelê me bişikîne, karên me hîn zêde bûn. Di sala 2017'an bi hilbijartinan re Şaredariya Gel a Qamişloyê li Xerbî û Şerqî li du navendan karê xwe dewam kir. Di dawiya sala 2018'an de weke Şaredariya Gel a Kantona Qamişloyê û Komîteya Ekolojiyê hatin ragihandin."

Mesût Yûsûf diyar kir ku di sala 2023'an de ji bo av û elektrîkê bigihîne gel seferber bûn û got, "Stasyonên avê yên Hilêliyê, Uweca, Ceqceq û Sefan ku çavkaniya avê ya Qamişloyê ye, hatin sererastkirin. Xetên avê yên nû bi qasî hezar û 200 metreyî hatin avakirin. Li 19 taxan rê hatin asfaltkirin."

WÊ GIRANÎ JI AVAKIRINA MECLÎSA YEKÎTIYA ŞAREDARIYAN RE BÊ DAYIN

Mesût Yûsûf ragihand ku bi Peymana Civakî re ya ku sala 2023'an hate erêkirin, wê karê jinûve avakirinê pêk were û têkildarî plan û projeyên xwe yên sala 2024'an got, "Bi avakirina pêşnûme qanûna şaredariyê re ber bi Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk ve gav hate avêtin ku rêxistina sîwanî ye. Di meha Sibatê de Yekîtiya Şaredariyên Demokratrîk a Kantona Cizîrê hate ragihandin. Bi projeyên xwe yên salane re em li gorî daxwaz û pêşniyarên gel plansaziyê amade dikin. Piştî nîqaşên me yên ji du rûniştinan, plan û projeyên salane li gorî budçeyê têne diyarkirin. Em gihîştin encama ku em dixwazin? Ji sedî sed em negihîştin. Lê belê tevî êrîşên dewleta Tirk jî em bênavber xizmetê ji gelê xwe re dikin. Bi êrîşan re binesaziya herêmê bi temamî hilweşiya, lê me sererast kir û ji bo bersivê bidin pêwîstiyên gel em seferber bûn. Mijara xizmeta ji bo gel pîvaneke şaredariyê ye. Gelê me jî bi vê hestiyariyê xwedî li şaredariyên xwe derdikeve.

Bi feraseta ku di sala 2024'an de wê êrîş dewam bikin, divê em şaredariyên xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî ji bo pirsgirêka av û elektrîkê bi temamî ji holê bê rakirin projeyên me hene. Li gel van projeyan her wiha bi Peyman Civakî re ji bo jinûve birêxistinkirina şaredariyan û xurtkirina saziyan, wê giranî ji karên avakirina Meclîsa Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk re bê dayin."