Di roja 6’an a Pêngava QSD'ê de 14 çete hatin girtin

QSD‘ê ragihand ku hêzên wan di roja 6‘an a pêngava dijî DAÎŞ'ê de 70 km bi pêş ve çûne, 14 çete girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên roja 6‘an a pêngavê eşkere kir. QSD‘ê ragihand ku dirêjehiya 70 km û firehiya 80 km bi pêş ve çûne û 14 çete girtin.

QSD’ê ev agahî parve kir: "Hêzên Sûriya Demokratîk bi koordîneya hêzên Koalîsyonê ya bejahî û esmanî operasyênên xwe ya li herêmên sehra û gundên wê didomînin. Li ser xeta sînor jî koorîne bi aliyê Iraqê re têne kirin.

Hêzên me di dirêjehiya 70 km û firehiya 80 km de heta sînorê Iraqê gelek gund paqij kirin.

Hêzên Komandos û Hêzên Koalîsyonê girtin ser 6 nuqteyên şaneyên terorîst.

Di operasyonên serdegirtin û paqijkirinê de 14 terorost ku kesên ku gumanên têkikiyên wan bi şaneyê re hene hatin girtin û miqdarek çek hatin desteserkirin.

Tîma leşkerî di dema operasyona paqijkirinê li hemberî şaneyekê ku gule avêt de berxwedaneke raber kir. Hêzên me bi awayekî leşkerî nêzî bû, rewş xist bin kontrolê û kesên gule avêtin girtin. Di vê operasyê me ziyan negihişt hêzên me."