Di roja 5‘an a pêngava QSD'ê de 11 çete hatin girtin

operasyona Pêngava Tinekirina Terorê ya QSD‘ê di roja 5’an de dewam dike. Di operasyona îro de 11 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyanyekê encamên roja 5‘an a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.

QSD’ê ev agahî parve kir: "Hêzên me operasyonên paqijkirin û sergirtinê bi awayekî rêxistinkirî û koordîneyekê bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî re didomînin.

Di operasyona paqijkirinê de ya li xeta sehra ya li beramberî sînorê Iraqê û aliyên din, hêzên Komandos û Hêzên Koalîsyona Navnetewî çalakiyeke bi bandor girtin ser nuqteyên şaneyên terorîtan. Di encamê de 11 terorîst hatin girtin.

Operasyênên hêzên me bi awayekî baş dewam dike."