Di operasyonekê de 8 sîxurên dewleta Tirk hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarê encamên operasyoneke xwe yê taybet bi daxuyaniyekê ragihand û diyar kir ku 8 endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker girtine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarê encamên operasyoneke xwe yê taybet bi daxuyaniyekê ragihand û diyar kir ku 8 endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker girtine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di operasyonekê de 8 endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker girtine.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me kesên ku ji îstîxbarata dewleta Tirk re kar dikin demeke dirêj şopandin û piştî ku agahiyên pêwîst bi dest xistin, di oparesyonekê de ew girtin.
Ev kesên ku karê îstixbaratiyê kirine destê wan di şehadeta Fermandar “Dilar” yê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê û Fermandar “Mizgîn Kobanî” yê Meclîsa Leşkerî ya Eyn îsayê de hene û her wiha di gelek karê xerabiyê yên din de jî cih girtine.
Navên kesên girtî jî ev in:
Ehmed Mihemed Îbrahîm
Ebid Îsmaîl Îsa
Yasêr Xelîl Mihemed
Bekrî Mihemed îsa
Îsmaîl Mihemed Ibrahîm
Hisên Ehmed Mihemed
Ehmed Mehmûd Xelef
Şems El-Dîn Reşîd Qasim
Em ê di saetên pêş de jî îtîrafên wan tam nîşan bidin.”