BI DÎMEN

Tulay Hatîmogullari: Bêyî Elewiyan aştî nabe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ya ku di Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê ya 13’emîn de axivî, diyar kir ku bêyî Elewiyan aştî nabe.

FESTÎVALA ELEWIYAN A BRÎTANYAYÊ

Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê yek ji festîvalên herî mezin a Ewropayê ye û îsal jî bi şîara “Em bi evîn dimeşin” cara 13’emîn hate lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de panel, seminer, cem, şano, ji bo zarokan atolyeyên taybet hatin lidarxistin, girtina festîvalê jî bi şahiya li cihê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê hatî kirin, bi dawî bû. Festîvala îsal diyarî qurbaniyên komkujiya li hemberî Elewiyan a li Sûriyeyê hate kirin.

Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn, di merasîma girtina festîvalê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê û Parlamenterê CHP’ê yê Bursayê Orhan Saribal weke axaftvan beşdar bûn.

Festîval bi daxwazên pîran, bapîran û dayikan a ji bo ‘aştî, edalet, heq û azadiyê’ û bi vêxistina çirayan destpê kir.

Bi hezaran kesan qada festîvalê tejî kirin, gelek nivîskar û hunermend li standan bi xwîner û guhdarvanan re hatin ba hev. Eleqeyeke zêde nîşanî standên rêxistinên girseya demokratîk hate dayîn.

EM BI EVÎN DIMEŞIN!

Axaftina vekirinê ya festîvalê ji aliyê Hevserokên BAF’ê Dîlek Încedal, Muslum Dalkiliç û Serokê Cemxaneyê Îbrahîm Has û Hevseroka Cemxaneya Enfield Fatma Yildirim Polat ve hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de îşaret bi girîngiya rêxistin û yekîtiyê hate kirin û wiha hate gotin: “Weke Elewiyên sersor em ê êşên xwe bi berxwedanê û tevî her tiştî hêviya xwe mezin bikin û têkoşînê bidomînin. Mazlum wê bi ser bikevin, zalim wê têk biçin.”

Ji Enfield’ê parlamenter Bambos Caramolous jî diyar kir ku Elewî wê dengê xwe li parlamentoyê hîn zêdetir bilind bikin. Komkujiya li Sûriyeyê li hemberî Elewiyan hatî kirin şermezar kir û anî ziman ku ew ê li dijî van komkujiyan, li cem Elewiyan têkoşînê bidomînin.

Hunermend Alî Sîzer û Huseyîn Korkan Korkmaz û Koma Lîstokên Gel a Komeleya Kirkisrak derketin ser dikê. Popcorn The Band jî derket ser dikê û stranên xwe gotin.

Di festîvalê de biryara girtinê ya derbarê Seroka Wekhev a AABK’ê Nevîn Kamil Agaoglu ya ji aliyê dadgerê Tirk ve hate protestokirin û li dijî biryara vê girtinê, banga berxwedan û têkoşînê hate kirin.

NEVÎN AGAOGLU: EM Ê AŞTIYÊ BIPARÊZIN

Di festîvalê de Serokên Wekhev ên Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat û Nevîn Kamil Agaoglu axivîn. Nevîn Agaoglu wiha got: “Tişta ku herî zêde pêdiviya me pê heye, aştî ye. Em ê heta dawiyê aştiyê biparêzin. Kujer wê li dadgehên navneteweyî hesab bidin.”

Huseyîn Mat jî anî ziman ku ew bi berxwedan û têkoşînê xwe rêxistin dikin û bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got, “Em ê di pêvajoya aştiyê de cih bigirin. Em ê bi hev re bi vê berpirsyariyê rabin.”

‘EM BI ELEWIYAN RE NE’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî ji bo baxive derket ser dikê û bi hezaran kes bi Erebî û Kurdî silav kir. Tulay Hatîmogullari piştevaniya saziyên Elewiyan ên li Ewropayê silav kir û got, “Eger li welat yek baweriyeke ji bo yek kesê tenê jî hebe, em ê ji bo maf û azadiya wê baweriyê timî têbikoşin. DEM Partî her tim bi Elewiyan re bû, ji vir û şûnde jî dê wisa be.”

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser muxalefetê zêde bûne û destnîşan kir ku ew ê li hember van zextan serê xwe netewînin.

Tulay Hatîmogullari biryara girtinê ya li hemberî Nevîn Kamil Agaoglu jî rexne kir û got, biryar siyasî ye û li dijî Elewiyan e.

‘BÊYÎ ELEWIYAN AŞTÎ NABE’

Tulay Hatîmogullari Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê nirxand, diyar kir ku ew di vê pêvajoyê de bi biryar in û got, “Bêyî Elewiyan aştî nabe. Bêyî Elewiyan li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê.” Tulay Hatîmogullari ragihand ku ew di ferqa fikarên Elewiyan de ne û anî ziman ku banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” destpêka demekê ye, piştî vê bangê bi hikûmet û dewletê re hevdîtin didomin.

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku bêyî Elewiyan ev têkoşîn bi ser nakeve û wiha got: “Werin em bi hev re têbikoşin û aştiyê bi dest bixin. Em neçarin xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Cewherê vê pêvajoyê ev e: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Tulay Hatîmogullari axaftina xwe bi gotinên Pîr Sultan Abdal a ‘Bimeşe Hizir Paşa’ bi dawî kir.

Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal jî diyar kir ku li Çorum, Mereş, Gezî û Gaziyê li dijî Elewiyan komkujî û zilm hatin kirin û bilêv kir ku di komkujiyên li Sûriyeyê qewimîne de para Tirkiye û desthilatdariyê heye.

Bi hezaran kesên beşdarî festîvalê bûne bi çepik, dirûşme, semah û gerandina govendê azadî, demokrasî û wekhevî qîr kirin.

Di festîvalê de herî dawî Ayfer Duzdaş û Mikaîl Aslan derketin ser dikê.