Di fikrên Abdullah Ocalan de hêviya azadiyê dît

Mihemed Cemîl ê ku sala 1985'an Tevgera Azadiyê nas kir, dîtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan weke jinûve bûyînê ji bo xwe pênase kir û got, "Hêviya min a ji bo azadiya şîn bû."

Mihemed Cemîl sala 1968'an li gundê Kanî Kerkê yê Girkê Legê ji dayik bû û hîn jî li wî gundî dimîne. Mihemed ku bavê gerîlayekî ye, bi pîrozbahiyeke mezin di sala 2012'an de keça xwe tevlî nava refên PKK'ê dike.

Mihemed Cemîl ji ANF'ê re qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Mihemed got, "Dema ku me hîn Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas nedikir tenê derdekî me hebû; afirandina rewşeke welê ku karibin xizmetê ji gel û xaka xwe re bikin" û wiha dewam kir, "Gelek partiyên siyasî yên mîna Pêşverû hebûn ku bi rengê komên biçûk xwe bi rêxistin kiribûn. Lê belê li herêmê bi bandor û serwer nebûn. Gelê Kurd jî xwedî nêrîneke bi vî rengî ya siyasî nebû. Bi giştî civakeke welê hebû ku bi giranî hestewar bû. Û bi partiyên heyî me hêviya azadiyê bi dest nexistibûn. Ji ber ku ji bo gelê Kurd karibe azadiya xwe bi dest bixe û mafên xwe werbigire pêwîstî bi gavên gelekî bi wêrekî hebû. Lê belê di vê astê de kar nedihat kirin. Lewma beriya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tevlî partiyeke siyasî nebûm lê belê ji ber ku hestên Kurdîtiyê bi min re xurt bû, qet nebe hesteke xwedîderketinê hebû. Bi taybetî di sala 1985'an de piştî ku min fikrên Rêber Apo nas kir, hêviya azadiyê bi min re çêbû. Bi vî rengî min biryar da ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd bimeşim. Ji ber ku min biryar dabû ku xizmetê ji bo azadiya xak û gelê xwe bikim û PKK'ê jî pêşengî ji vê xizmetê re dikir."

DI SALA 1985'AN DE TÊKOŞÎN NAS KIR

Mihemed anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bê Rojava wî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bihîstibû û qala wê demê kir, "Dema ku me bihîst Rêbertî hatiye Rojavayê Kurdistanê, ne tenê ez lê belê her kesên dilsozên azadiya gelê Kurd Rêbertî meraq dikir. Me fikir û felsefeya wî bihîstibûn, lê belê weke şexs nedîtibûn. Ji bo me bûbû derdek, bûbû hêviyek, bûbû daxwazek ku gelo em ê karibin Rêbertî bibînin an na. Ji ber ku beriya Rêbertî bê Rojavayê Kurdistanê me tevgereke Kurd a bi navê telebe bihîstibû ku li Bakurê Kurdistanê li ber zilmê radibe, ji bo azadiya gel û gelên bindest têdikoşe. Dema ku me bihîst hatiye, her kesî dixwest bibîne.

Di sala 1979'an de dema ku Rêbertî hat Rojavayê Kurdistanê, ez yekser tevlî nava kar nebûm. Min navê wî bihîstibû. Min zanîbû ku ji bo gelê Kurd dest bi berxwedanê kiriye, lê belê min di sala 1985'an tevger yekser nas kir. Beriya wê min dixwest Rêbertî bibînim, tevgerê ji nêz ve nas bikim. Ji ber ku gelek partiyên siyasî digotin ku ji bo Kurdan têdikoşin lê belê xizmet ji berjewendiyên xwe yên şexsî re dikirin. Lewma min xwest bibînim û nas bikim. Demeke dirêj min nekarî bibînim, lê belê fikrên wî digihişt her malê. Min dişopand, bandora li ser civakê hebû. Bi vî rengî min fikir û felsefeya wî nas kir."

Mihemed ragihand ku di navbera tiştên têkildarî Tevgera Azadiyê ya Kurd bihîst û yên dîtî de cudahiyek nedîtibû û got, "Piştî ku min Tevgera Azadiyê nas kir, gihîştin wê baweriyê ku di navbera tiştên min bihîstî û yên dîtî de ti cudahî nîne. Ya rast ji ber vê yekê têkiliya min a bi PKK'ê re xurt bû. Ji ber ku tiştên min didît û yên min bihîstibûn li hev dihatin. Hêviya min a geşbûyî venemirî bû. Ne rêxistiniyeke welê bû ku ji nişka ve pêk hat. Naskirina gelekî, danasîna xwe ji bo gelekî dem dixwest. Di sala 1979'an de rêxistiniyeke gelekî mezin ji nişka ve pêk nehat. Şoreşgerên PKK'yî ku me ew weke telebe nas dikir, derî bi derî li nava malan digeriyan. Di sala 1980'î û piştre de êdî rêxistinî berfireh dibû.

Di sala 1985'an de dema ku min tevgera nas kir, gihîştin wê baweriyê ku Rêbertî li her derê ye. Ji ber ku li her malê li ser felsefeya Rêbertî dihate axaftin, li her malê wêneyên wî hebûn. Welê lê hatibû ku me hîs dikir em bi Rêbertî re dijîn. Tevî ku me Rêbertî nedîtibûn jî bi rengekî bê teredût em tevlî kar dibûn. Me zanîbûn ku em xizmetê ji çi re dikin. Her welatparêz bêyî tîbûn, birçîbûn û westandinê bi dil û can dixebitîn. Wê demê em ne xwedî şert û mercên bi vî rengî bûn. Em di nava dijmin de bûn. Tevî vê yekê jî her kesên ku têkoşîna Rêbertî bihîstibûn çalak bûn. Me broşur belav dikir, li nava malan me civîn lidar dixist. Mirovekî broşurek bi destê wî diket ji bo salekê dibû xwedî moral, motîvasyona xwe ya kar hîn zêde dibû."

LI ŞAMÊ OCALAN DÎT

Mihemed di 11'ê Gulana 1994'an de li Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û got, "Bi komeke ji 40 kesî em çûn gel Rêber Apo. Heta ku em gihîştin gel Rêber Apo ez gelekî bi kelecanî bûm. Bihîstin û dîtina ji nêz ve hesteke cuda bû. Dîtin bi xwe weke xewnekê bû, em li ser rêya Şamê bûn. Em bi otobusekê çbûbûn. Di rawestgeha destpêkê de bi pêşwazîkirina hevalan em çûn gel Rêbertî. Nêzî 2 saetan em li benda Rêbertî man. Dema ku hat, mîna ku me bi salan e nas dike em bi germî hembêz kir. Piştre jî me dest bi danasîna hev kir. Weke şexs li rewşa me yan jî malbatên me nepirsî. Destpêkê li rewşa gel pirsî. Di sala 1994'an de hilbijartinên rejîma Sûriyeyê hebûn. Her wiha pêşdîtina wê yekê kir ku dewleta Tirk wê tevî PDK'ê êrîşî têkoşîna me bike. Diyar dikir ku amadekarî hene û erk û wezîfe dikeve ser milê gelê Rojavayê Kurdistanê.

Piştre diyalogê destpê kir û kesekî ku navê wî niha baş nayê bîra min dest bi axaftinê kir, anî ziman ku rewşa gel baş nîne. Bersiva Rêbertî qet ji bîra min naçe. Eger rewşa gel nebaş be, hingî yên nebaş em in. Gelekî ku bi sedan salan bûye amûrek ji lîstikên dijmin, gelekî bêkes, bêbawerî, bêrêveberî, bêîrade hatiye hiştin, ji çand, nasname û zimanê xwe bêpar hatiye hiştin, eger rewşa vî gelî nebaş be hingî sûcdar em in. Divê em vî gelî zane, bi îrade û xwedî bawerî bikin. Gotibû, gelek ti carî nebaş nabe, divê em ji bo gelê xwe bibin pira azadiyê. Ev nirxandina wî hîn di bîra min de ye."

'GEF NIKARÎBÛ PÊ, BERÊ XWE TIMÎ LI SERKETINÊ BÛ'

Mihemed wê demê weke milîsekî tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û got, "Hîn em li gel Rêbertî bû, me soza xwe dubare kiribû ku ji vê têkoşînê venegerin. Ez berê jî milîs bûm. Rojê 6 saetan dixebitîm, lê diviyabû du qatî zêdetir bixebitim. Bêteredût hîn zêdetir tevlî bûm. Civakê bi çavekî pîroz li welatparêzên diçû gel Rêbertî dinihêrî. Em diçûn kîjan malê qîmeteke mezin dida. Vê nêzîkatiya gel hêviyeke mezin dida, dibû çavkaniya moralê. Zextên rejîma Baasê gelekî zêde bûn. Timî gef dixwarin. ya rast gefxwarineke bi vî reng, ji bo me dibû moral, dibû sedem ku berê me li serketinê be. Ji ber ku me fêhm dikir ku em digihêjin encamê, keda me belasebep nîne."

'RÊBERTIYEKÎ DILNIZM BÛ KU GEL JI XWE RE DIKIR ESAS'

Mihemed Cemîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî dilnizm bû, lewma gel li ser şopa Rêbertî dimeşe û got, "Eger em ne xwedî mîrateyeke ji 20 salan bûya, eger ne ji zemîna azadiyê bûya, berxwedan û têkoşîneke bi vî rengî nebûya em nedigihiştin vê astê. Eger îro li Rojava şoreşek heye, li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê plan û proje tê pêşkêşkirin, ev yek bi saya Rêberê me ye. Zemîna azadiyê ya ku Rêber Apo afirand, ne ji vê zemîn, ked û fedakariyê bûya em nedigihiştin vê astê. Hebûna Rêber Apo ji bo gelan bi taybetî ji bo gelê Kurd jiyaneke bi rûmet û azad e. Eger Rêbertî baş bê fêhmkirin û naskirin, wê kes matmayî nemîne ku çima bi vî rengî qala wî tê kirin. Ji ber ku Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya û têkoşîna xwe hîn jî dewam dike."