Di êrîşa ser Efrînê de koalîsyona Erdogan a terorîst!
Komên cîhadîst ên terorîst ku Erdogan ew komî ser hev kirine, perwerde kirine û berê wan daye ser Efrînê..
Komên cîhadîst ên terorîst ku Erdogan ew komî ser hev kirine, perwerde kirine û berê wan daye ser Efrînê..
Hevkariya dewleta Tirk bi komên cîhadîst û terorîst re rojane bi belgeyan tê eşkerekirin. Herî dawî di êrîşa li ser Efrînê de jî maskeyên nû ketin xwarê û hate eşkerekirin ku dewleta Tirk bi cîhadîstan re ku ji seranserî Sûriyayê di kampên xwe yên li Tirkiyê de civandine û perwerde kirine şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd bide meşandin.
Kî ne ev kom û li ku derê bi cih bûne?
Mihwerê Ezazê
Piraniya çeteyên Ehrar El Şam li Ezazê dimînin. Ev kom girêdayî El Qaîde dixebite û di êrîşa li ser Efrînê de fermana xwe ji Istixbarata Tirkî werdigire.
Ev kom bi taybetmendiya xwe ya selefîst tê naskirin. Ji komên çekdar ên destpêkê ye ku bi aloziya Sûriyayê re hate avakirin. Ev kom ji aliyê Şêx Hesen Ebbûd yê ku bi navê Abdullah El Hemewî tê naskirin ve hate avakirin. Rayedarên vê komê hemû selefîstên di girtîgeha Sednaya ya Rêjîma Baas de bûn. Komeke çekdar a herî mezin bû, lê belê şerê wê yê bi Rêjîmê û her wiha bi komên din re li Idlibê lewaz kir. Piştre kete bin kontrola Istixbaratên Tirkiyeyê. Li Idlibê bi El Qaîdeyê re koalisyon çêkir. Rayedarên dewleta Tirk di serî de jî Ehmed Davutoglu gelek caran di daxuyaniyên xwe de parastina vê komê kir ku nûnertiya opozisyona Sûrî dike. Niha li gel Artêşa Tirk a dagirker cihê xwe di êrîşên li ser Efrînê de digire.
Mihwerê Cindirêsê:
Mihwerê Kelha Sem’anê:
Ev mihwer ji aliyê El Nusra û Istixbarata Tirk ve tê birêvebirin. Çeteyên vê mihwerî ji rojavayî Keleha Sem’anê Atmê heta bi rojhilatî wê li 12 nuqteyan bicih dibin.
Mihwerê Syriatel:
Mihwerê Raco:
Hêzên ku ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin li vê mihwerî şer dikin.
Mihwerê Raco ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk ve hate şkandin, niha çeteyên li Mihwerê Syriatel hêz ji wan re şandiye, bi taybet jî çeteyên bi navê Ehrar El Şerqiyê ku rasterast girêdayî Eniya El Nusra ne niha cihê xwe li wê mihwerî digirin.
Mihwerê Bilbilê:
Hêza herî mezin li vê mihwerî ye. Ev nuqteya herî mezin e ku hêza taybet a Artêşa Tirk û çekên wan ên giran û çeteyên girêdayî wê li vir kom bûne. Çeteyên ku li vir êrîş dikin bi vê awayî ne:
Çeteyên ku li vir şer dikin bi taybetmendiya xwe ya cîhadîst tên naskirin, gelê Kurd weke gelekî mulhid û kafir pênase dikin. Serjêkirina Kurdan ji xwe re helal dibînin. Kiryarên herî dawî yên temsîlkirina bi cenazeyên şehîdên YPJ û şewitandina sivîlan vê yekê tekez dikin.
Mihwerê Parse Xatûnê (Çiyayê Qestelê - Bersaya):
Têkliyên wê bi Cebhet El-Nusra re gelekî baş in û kordîneya wan rasterast bi istixbarata Tirkiyeyê re ye. Hejmara wan nêzî 1000 kesî ye. Ev komên navborî ên li çiyayê Qestelê cihê xwe digirin, sîwaneke wan a giştî bi navê Cebhe El Şamiyê heye.
Mihwerê Şehbayê:
Firqeya Sultan Mûrad li ku ma?
Ew çete li seranserî nuqteyan hene. Rasterast girêdayî MÎT’ê Tirk dixebitin. Serpereştiya hemû komên çete dikin. Li ser karê lojistîkî û belavkirina cebilxaneya çeteyan jî disekinin.
Di demên berê de ev kom li Helebê bi çeteyên El Qaîde re koalisyonek çêkiribûn û di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de bi hev re odeya çalakiyan a hevbeş çêkiribûn. Hejmara wan derdora 2000 çeteyî ye.
Kesê bi navê Fehîm Îsa serkêşiya van hemû terorîstan dike û fermanên xwe rasterast ji istixbarata Tirkiyeyê werdigire.
Hinek rêxistinên din ku cih û mihwerên wan tên guhertin
Rêxistinên ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine avakirin, lê ji kesên Sûriyayî ne û gelek mihwerên êrîşa li ser Efrînê cihê xwe girtine:
Rêxistinên dewleta Tirk bi xwe yên ku beşdarî êrîşa qirkrina gelê Kurd li Efrînê bûne jî ev in:
Ev komên ku bi destê istixbarata Tirk MÎT’ê hatine avakirin, gelek navên cuda li xwe kirin weke (Mertala Firatê, Artêşa Bakur.. hwd). Ev kom bi kiryarên xwe yên hovane tên naskirin, bi serjêkirina mirovan û şewitandina wan. Li Helevê û Babê gelek belge û vedyoyên di derbarê vê yekê de hatin weşandin, bi taybet jî koma çete ya bi navê Ehrar El Şerqiyê. Li aliyekî din jî gelek belgeyên bi vedyo derketin holê ku bermahiyên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê niha di êrîşa li ser Efrînê de digirin.