Di êrişa li Tirbespiyê de şervanek şehîd bû

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li Tirbespiyê de şervanê Erka Xweparastinê yê bi navê Dirar Cûma Hemze şehîd bûye û hat gotin ku rewşa her du birîndaran jî baş baş e.

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encama dawî ya êrişa bi droneyê ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî wesayîta ku 3 kes têde bûn ya li nêzî navçeya Tirbespiyê pêkhat daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Îro di saetên nîvro de, li nêzî bajaroka Tirbespiyê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek balafirê keşfê li hember seyareyek girêdayî Hêzên Erka Xweparastin pêk hat. Di encama vê êrişê de hevalekî me bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd ket û her wiha helbestvanê navdar Ferhad Merdê jî di nav de 2 hevalên me jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e".