Di êrîşa li ser Minbicê de welatiyek birîndar bû
Di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Muhsînlî yê Minbicê de kesek birîndar bû.
Di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Muhsînlî yê Minbicê de kesek birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk gundê Muhsînlî yê li bakurê bajarê Minbicê bombebaran kir.
Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de welatiyekî sivîl birîndar bûye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.